Zarokeke 14 salî 2 meh in ji aliyê “Ciwanên Şoreşger” ve hatiye revandin

Zarokeke Kurd ku nêzîkî du mehan e li taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya ser bi Rêveberiya Xweser ve hatiye revandin, heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

11.01.2024, Per - 08:24

Zarokeke 14 salî 2 meh in ji aliyê “Ciwanên Şoreşger” ve hatiye revandin
Nuçe Belav bike

Malbateke Kurd a Helebê ji ajansa K24ê re ragihand, keça wan Stêr Ehmed ya 14 salî ji 16 Mijdara 2023an ve li taxa Şêx Meqsûd ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û heta niha .

Diyar kir jî, keça wan Stêr jidayikbûya sala 2009an e û ji pêş deriyê dibistana xwe “Selahedîn Eyûbî” hatiye revandin.

Malbata Stêrê bang li hemû rêxistinên mafên zarokan, rêxistinên yasayî û navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin ta ku çarenivîsa keça wan diyar bikin.

Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn û di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin. Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, hejmarek mezin ji Kurdên Efrînê lê bi cih bûne.

Tevgera Ciwanên Şoreşger, rêxistinek ser bi Rêveberiya Xweser ve ye û berê gelek zarok û ciwanên Kurd li herêmên cuda yên Kurdî revandine û biçek kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 390 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:30:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x