Federasyona Sûrî ya rêxistinên mafên mirovan: Êrîşên Tirkiyê rawestînin

Federasyona Sûrî ya rêkxistin û desteyên taybet bi berevanîkirina li mafên mirovan li Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Asayîşê û saziyên mafên mirovan dike

18.08.2022, Per - 12:04

Federasyona Sûrî ya rêxistinên mafên mirovan: Êrîşên Tirkiyê rawestînin
Nuçe Belav bike

Federasyona Sûrî ya rêkxistin û desteyên taybet bi berevanîkirina li mafên mirovan li Sûriyê, êrîşên Tirkiyê li seranserê Rojavayê Kurdistanê wek “tawanên hovane” bi nav kir û tekez kir ku tirsa wan a li ser jiyana welatiyên Sûriyê ji ber wan êrîşan di cihê xwe de ye.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dan ku ew êrîşên tên kirin tawanên li dijî mirovahiyê ne û pêwîste encamderên wan bêne cezakirin.

Federasyona Sûrî ya rêkxistin û desteyên taybet bi berevanîkirina li mafên mirovan li Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî û Encûmena Mafên Mirovan a Navdewletî jî dike ku berpirsatiyên xwe pêk bînin

Heman federasyon daxwaz ji hemû rêkxistinên navdewletî û herêmî û desteyên hikûmî û ne hikûmî dike ku li hember van binpêkirinan bêdeng nemînin.

Federasyona Sûrî ya rêkxistin û desteyên taybet bi berevanîkirina li mafên mirovan li Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Asayîşê û saziyên mafên mirovan dike û van daxwazan dike:

“1 - Guvaşê li hikûmeta Tirkiyê bikin ku êrîşên xwe yên rojane li bakur û rojhilatê Sûriyê rawestîne.

2 - Vekişîna bê merc ya hêzên Tirkiyê û yên ku bi wê re alîkar in ji hemû axa Sûriyê ku dagîr kiriye.

3 - Metirsiya dagîrkariya Tirkiyê bihê eşkerekirin.

4 - Guvaş li Tirkiyê û grûpên çekdar bê kirin da ku armanckirina sivîl, kenîse û cihê ibadetê û mal û milkên taybet û giştî bêne rawestandin, birrîna daran, talankirina berhemên xelkê û dizîkirina malan nemîne.

5 - Komîteyeke lêkolînan ya serbixwe û bêalî ku zelal û rast be bê avakirin bi beşdariya Fedrasyona Sûrî ya Mafên Mirovan da ku binpêkirinên ji destpêka destwerdana wê ve di karûbarê Sûriyê de, û berpirsên ji kuştin û birîndarkirina sivîlan aşkere bike.

6 - Vexwendina rêkxistinên mafên mirovan yê navdewletî ji bo belgekirina tawanên dijî mirovahiyê ku hêzên Tirkiyê encam dane û hemû encamderên wan tawanan çi Sûrî yan Tirkî bin bêne cezakirin û biçin ber dadgehê.

7 - Daxwazkirin ji deste û saziyên navdewletî ji bo peydakirina pêdviyên jiyana rojane ji bo xelkê gund û bajarên Bakur û rojhilatê Sûriyê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 409 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:21:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x