Hengaw: Di sala 2022an de 306 welatî li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin

Rêxistina Hengaw Bo Mafên Mirov rapora sala 2022ê belav kir û dibêje, 128 welatî li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin, 55 karkeran li cihên kar canê xwe ji dest dane û 46 kolber jî hatine kuştin.

31.12.2022, Cts - 12:35

Hengaw: Di sala 2022an de 306 welatî li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor wê raporê, 128 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê bi gulleyên hêzên Îranê hatine kuştin, ji wê hejmarê 116 kes xwepêşander bûn û di xwepêşandanan de canê xwe ji dest dane, 12 kes jî di bûyerên cuda de hatine kuştin. Di wan bûyeran de 3 hezar kes jî birîndar bûne.

Hikûmeta Îranê hejmara kuştiyan gelekî kêm daye. Encûmena Asayîşê ya Îranê roja 3ê Kanûna 2022ê di daxuyaniyekê de hejmara xwepêşanderên kuştî li hemû Îranê wek zêdeyî 200 kes ragihand û dibêje, ew bûne qurbaniyên projeyên neyaran.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan roja 6ê Kanûna 2022ê got: “Di provokasyonan de polîsan gulle barnedane kesî û ti kesek bi gulleyên polîs an hêzên ewlekariyê nehatiye kuştin. Lê kesên biyanî yan ewên ketibûn bin bandorê zêdeyî 67 polîs kuştine.”

Komeleya Çalakvanên Mafên Mirov dibêje, hejmara kuştiyên hemû Îranê 508 kes bûye. Hengaw belav kiriye ku di sala 2022ê de 19 girtiyan li girtîgehan canê xwe ji dest dane, ku mirina 12 kesan ji wan ji ber îşkenceyê bûye.

Li gor wê raporê, 46 kolberan jî canê xwe ji dest dane û 244 kolberên din jî birîndar bûne. Herwiha ji ber teqîna mînan 6 welatiyan ku piraniya wan kolber û cotkar bûn, canê xwe ji dest dane û 37 kes jî birîndar bûne.

Di raporê de tê gotin ku di yek sala derbasbûyî de zêdeyî 7 hezar welatî ji aliyê saziyên emnî yên cuda ve hatine desteserkirin û beşa herî zêde ji ber xwepêşandanan bûye. Sala borî, 52 welatî jî, bi tohmeta kuştina biqest û qeçaxiya bi maddeyên hişber hatine darvekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 183 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:21:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x