Li bajarê Serdeştê 15 kolberên kurd di binê aşîtê de man

Hat ragihandin ku 15 kolberên kurd li bajarê Serdeşt ê kurdan di binê aşîtê de man û 3 ji wan jiyana xwe ji dest dan.

30.01.2017, Pts - 09:15

Li bajarê Serdeştê 15 kolberên kurd di binê aşîtê de man
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên berdest li bajarê Serdeşt ê kurdan 15 kolberên kurd rastî aşîtê hatin û ketin binê berfê. Ji 15 kolberên kurd 12 kes jî ji bin berfê hatin deranîn, lê 3 mayîn jiyana xwe ji dest dan.

Şeva borî li nêzîkî gundê Bêwran ê ser bi bajarê Serdeştê aşîta berfê çêbû û di encamê de 15 kolberên kurd ku bi neçarî ji bo debara jiyana malbatên xwe li ser sînorê navbera Îran û Herêma Kurdistanê karê bazirganî û kolberiyê dikirin, ketin bin berfê.

Piştî bûyerê û belavnûna agahiyên derbarê aşît û ketina kolberan bin berfê de, xelkê deverê û tîmên hawarhatinê hewla rizgarkirina kolberan dan. Di encama reniyê de, 3 kolberên kurd canê xwe ji dest dan û termên wan ji bin berfê hatin derxistin. Herwiha di encama hewla xelkê û tîmên hawarhatinê, 12 kolberên kurd jî bi saxî ji bin berfê hatin rizgarkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji 12 kolberên kurd ku ji binê berfê hatine deranîn rewşa 2 kolberan giran e. Herwiha hat zanîn ku rewşa tendirustiya 7 ji kolberan baş e û 3 kolberên din jî birînên wan sivik in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1421 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:24:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x