Li bajarê Ormiyê yê Kurdistana Rojhilat, kurdekî din hat îdamkirin.
Roj nîne kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve neyên îdamkirin. Îro jî li girtîgeha Ormiyê, welatiyekî kurd bi hêceta “qetla enqest” hat îdamkirin.
Navê wî welatiyê kurd, Osman Qoytasî û xelkê bajarê Bokanê bûye.
Welatiyekî azerî jî îro li Ormiyê hat îdamkirin, ew jî bi sûcê qetla enqest hat îdamkirin.
Welatiyê azerî jî xelkê bajarê Miyandav û navê wî jî Hamid Hemdullahî bûye.