Piştî 36 salan zarokên xwe yên winda dîtin

Çîroka dayika ku ji zarokên xwe hatiye veqetandin gelekî balkêş e.

24.06.2022, Cum - 06:02

Piştî 36 salan zarokên xwe yên winda dîtin
Nuçe Belav bike

Dayika bi navê Rihewza ya ku ji ber deynên mêrê xwe bi kesekî din re hatibû zewicandin û 4 zarokên wê bêyî haya wê ji bajarê mêrê wê re hatibûn şandin, piştî 36 salan zarokên xwe dîtin û bi wan re hat cem hev.

Rihewza Kefir û çar zarokên xwe 36 salan bi hesreta hev jiyan ku tenê bi qasî çend saetan ji hev dûr bûn. Dayik û zarok bi pêşengiya merivên xwe hatin cem hev. Dîmenên ku di kêliya hevdîtinê de hatin girtin dilhejîn bûn.

Çîroka dayika ku ji zarokên xwe hatiye veqetandin gelekî balkêş e.

Li gor zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, Rihewza Kefir a ku li gundekî navçeya Şemzînan a Colemêrg a Bakurê Kurdistanê dijiya, ji mêrê xwe yê bi eslê xwe xelkê devera Mirgever a Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 4 zarok anîne dinyayê lê dema ku mêrê wê di sala 1986an de ji ber deynên xwe hat kuştin jiyana wê serûbin bû.

Çar zarokên Rihewza ya ku ji ber deynên mêrê xwe bi kesekî din re hat zewicandin, ji wê hatin veqetandin û hatin şandin cem malbata mêrê wê yê ku hatî kuştin li Urmiyê.

Dayika xemgîn serpêhatiyên xwe yên wê rojê anî ziman, “Ez bêrîvan bûm, her roj dema dihatim malê zarokên min bi bez dihatin cem min. Dema ez hatim wê rojê ew ne li wir bûn. Min ji jinmama xwe pirsa zarokan kir. Wê got ku ew çûne ba bapîrên xwe û dest bi girî kir. Dema ku min jê pirsî, “Zarokên min li ku ne, te ew avêtin avê yan agir?” wê bersiv da ku Ferzende û xwişka wê (xizmên bavên wê) zarok birine Îranê. Ez li wir ketim û ez ji ser xwe çûm.”

Zarokên ku ji dayika xwe hatibûn veqetandin, ji aliyê mamên xwe ve hatin mezinkirin. Keça wê Şemîran Sadikiniya diyar kir ku tiştên ku di wê rojê de jiyaye bi awayekî nezelal têne bîra wê, “Em birin mala mamê min Feqî. Em pir biçûk bûn, baş nayê bîra min lê em tim digiriyan û me pirsa dayika dikir.”

Rihewza diyar kir ku ew piştî ku bi kesekî deynê mêrê wê lê bû re hat zewicandin û li Wanê bi cih bû û got, “Piştre Hecî (jina wê ya duyemîn) hat ez xwestim û birim. Min got ez ê herim zarokên xwe bibînim, lê wî qet nehişt. Derfeta min tune bû, min nedikarî herim zarokên xwe bibînim.”

Piştî ku zarok mezin bûn, li dû diya xwe çûn lê şop nedîtin. Xwişka Rihewza ya ku li Mirgever a Rojhilatê Kurdistanê dijî, di sala 2020an de li Wanê şopa xwişka xwe dît lê dîsa jî piştî 2 salan hevdîtina dê û zarokan pêk hat.

Kurê Rihewzayê Abdulkerîm Sadikiniya anî ziman, “Qeyda wê li cem min tunebû. Kesî jî alîkariya min nekir. Min dizanibû ku ew sax e lê kesî şûna wê ji min re negot. Ji bo dîtina wê sê caran çûm Tirkiyê lê min ew nedît. Ez çûm gundê Meleyan (gundekî girêdayî Şemzînanê) lê min şopa wê nedît.”

Zarokên Rihewza zewicî ne û dibêjin, “Em bi vê hevdîtinê ji nû ve ji dayik bûn”.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 468 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:51:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x