Saziya dadweriya Îranê tiliyên destê du girtiyên kurd birî!

Cezayê birîna tiliyên du girtiyên kurd li zîndana navendî ya Ormiyê ji aliyê dezgayê dadweriya Îranê ve hat birêvebirin.

26.12.2016, Pts - 12:37

Saziya dadweriya Îranê tiliyên destê du girtiyên kurd birî!
Nuçe Belav bike

Li gor raporta malpera mafê mirov (Hengaw) duh 25.12.2016ê li zîndana Derya ya Ormiyê hikmê birîna 4 tiliyên destê rastê yê du girtiyên kurd ên bi navên Feramerz Bîxem û Mecîd Bîxem ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve hat birêvebirin.

Li gor heman çavkaniyê ew du girtiyên kurd birayên yekbûn û di sala 2011ê bi tometa diziyê hatin girtin û ji wê demê ve heta naha li zîndanê ne û piştre jî, ji aliyê saziya dadweriyê ve cezayê birîna tiliyan ji wan re hat birîn.

Tê gotin di dema pêkanîna hikmê wan her du birayan de, ku di hewşa zîndanê de hat pêkanîn, bi biryara dozgerê giştî ve zêdetirî 24 girtî bo birîna tiliyên wan girtiyên kurd bibînin, bi zorê anîne nav hewşê.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1650 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:38:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x