21emîn Festîvala Dêrsimê bi beşdariya girseyî dest pê kir

Rêvebirên festîvalê ragihandin ku her çiqas hin astengî hatibin kirin jî, ji welatên cuda û ji bajarên Bakur û Tirkiyê welatî ji bo beşdarî di şahiyên festîvalê de bikin, hatine.

04.08.2023, Cum - 05:37

21emîn Festîvala Dêrsimê bi beşdariya girseyî dest pê kir
Nuçe Belav bike

21emîn Mîhrîcana Çand û Huner û Xwezayê ya Mûnzûrê li Dêrsimê dest pê kir. Rêvebirên festîvalê ragihandin ku her çiqas hin astengî hatibin kirin jî, ji welatên cuda û ji bajarên Bakur û Tirkiyê welatî ji bo beşdarî di şahiyên festîvalê de bikin, hatine û ew jî dixwazin çand, huner, dîrok û xwezaya Dêrsimê bi mîhrîcanan li hemû ciyan bidin nasîn.

Mîhrîcana Çand û Sirûştê ya Mûnzûrê di 3’ê Tebaxê de, bi meş, daxuyanî û çalakiyên cuda yên çandî dest pê kir. Bi pêşengiya amadekarên Mîhrîcanê û beşdariya Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatîh Maçoglû, Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordû girseya ku ji otogara Dêrsimê heta parqa Seyîd Riza meşiya, bi coş û çalakiyan mîhrîcana îsal dan destpêkirin.

Amadekarên mînrîcanê balê kişandin ku mîhrîcan û çalakiyên wiha ji bo danasîna çand, huner, dîrok û sirûşta Dêrsimê bidin nasîn û hezkiriyên Dêrsimê berhev bînin wek derfetekî ye. Loma jî divê qedexe û astengî ji çalakiyên wiha re neyên derxistin û piştgiriya van çalakiyan bên kirin.

Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatîh Maçoglu ji K24ê re diyar kir: “Nehiştin ku 2 komên muzîkê û komeke folklorîk beşdarî mîhrîcanê bibin û zext û fişar xwarin ku bi beşdariya wan nahêlin mîhrîcan bên lidarxistin. Ev helwest antî demokratîk e û em şermezar dikin. Em mil didin hemû huner û hunermendan û em dizanin ku bên astengkirin jî emê mildayîna hev berdewam bikin. Parastina sirûştê û berdewamiya çanda me şiyara me ya sereke ye. Divê em bi dîrokê siyaset û polîtîqayên li welatê xwe, bi çandê kevneşopî û pîroziyên xwe û bi hezkirina sirûştê jî jiyana xwe biparêzin û xweş bikin.”

Beşdarên mîhrîcanê jî bal kişandin ku Dêrsim xwedî çand û sirûşteke bêhempa ye û şanaziya xwe ji bo hatina Dêrsimê ragihandin.

Welatiyê bi navê Halîl Şahîn ji K24ê re diyar kir: “Em ji bajarê Stenbolê ji bo mîhrîcanê hatin. Em ji bo ku 2-3 roj bimînin hatibûn, lê piştî ku me sirûşta xweş ya bajêr dît, em niha plan dikin ku 10-15 roj bimînin. Em her ku ciyekî nû dibînin, em dibêjin ciyekî ew qas xweş jî hebûye gelo? Ez yekem car e hatime Dêrsimê û dibêjim ku divê herkes xweşiyên vê derê bibîne.

Welatiya bi navê Fadîme Beytaş jî ragihand: “Em bi hevalên xwe re ji Kocaeliyê hatine. Bajarekî gelek medenî û xweş e. Sirûşta Dêrsimê me heyranî xwe hişt. Hatina vê derê û beşdariya mîhrîcanê ciyê kêfxweşiyê ye.”

21emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê ango Mûnzûrê, bi beşdariya girseyî destpê kir û dê heta 6ê mehê bi çalakiyên cudareng berdewam bike. Di nav wan çalakiyan de; panel, gotûbêj, pêşangeh û konsert derdikevin pêş û dîsa hişyariyên xwezaparêzî jî dê di vê festîvalê de mijarên serekî bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 452 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:17:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x