Ciwan Haco: Êrîşa Efrînê li dijî gelê kurd e, ne li dijî partiyekê ye

Hunermendê kurd ê navdar Ciwan Haco li ser êrîşa artêşa tirk a li dijî Efrînê ji bo Arta FM ya li Rojava axivî û got, "Ez jî wekî her kurdekî vê êrîşê şermezar dikim û dibêjim ev êrîş, êrîşeke li dijî gelê kurd e, ne li dijî partiyeke siyasî ye."

22.01.2018, Pts - 15:28

Ciwan Haco: Êrîşa Efrînê li dijî gelê kurd e, ne li dijî partiyekê ye
Nuçe Belav bike

Haco di axaftina xwe de ev tişt gotin, "Efrînê îro tehde li kesekî nekiriye, bereksê wê Efrîn ji ber kesî bûye cihekî aram û êrîşê ser ti dewleteke din nekiriye. Loma ez jî wekî her kurdekî vê êrîşê şermezar dikim û dibêjim, tifaqa kurdan çawa li ser Kobanê hebû, îro bi qasî xeber ji min re tên li ser Efrînê jî yek in. Her çi qas nêrînên kurdan cuda bin jî, Ev êrîş, êrîşeke li dijî gele kurd e. Ne li dijî partiyeke siyasî ye, ku ew bi nav dikin. Bawer nakim bi ser bikevin. Çawa li Kobanê bi ser neketin, wê li Efrînê jî bi ser nekevin. Ji ber ku miletê kurd li ser heqiyê ye."

Hunermendê kurd bal kişand ser yekîtiya kurdan û got, "Kurd li ser meseleyên neteweyî, li ser meseleyên axê, li ser meseleya axa me ya Kurdistanê yek in. Bila her kes vê yeke bizanibe. Ew bi ser nakevin. Miletê kurd wê bi ser kevin. Çawa li Serêkaniyê bi ser ketin, çawa li Kobanê bi ser ketin, li Efrînê jî kurd dîsa bi tifaq in, yek in. Efrîn sedî ji sed wê bi ser keve, baweriya min bi vê heye."

Haco herwisa behsa ser rola hunermendên kurdan jî kir û got, "Hunermendên kurd îro perçeyekî civaka xwe ne. Her hunermend li gorî hêza xwe, bi stranên xwe, bi konserên xwe, em hunermendên kurd her li ku dere dibe, em bi miletê xwe re ne. Li Efrînê be, li Dêrîkê be, li Diyarbekirê be, li Kerkûkê be, em bi miletê xwe re ne. Em îro wîjdanê miletê xwe ne. Ev êrîşa îro bêsedem li ser Efrînê, yanê ev ne meseleyeke partiyeke siyasî ye û êrîşê wê dikin. Na ebeden ne wisa ye. Dixwazin îradeya gelê kurd, îradeya 50 milyon kurd bişkînin. Ev e problem."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1633 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:12:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x