Festîvala Lalişê li Duhokê hat lidarxistin: Çanda Kurdên Êzidî tê nasandin

Îro li Duhokê Festîvala Rewşenbîrî ya Laliş di bi navê “Çand Nav û Navnîşana Resenbûna Me Ye”, hat lidarxistin.

06.07.2023, Per - 11:41

Festîvala Lalişê li Duhokê hat lidarxistin: Çanda Kurdên Êzidî tê nasandin
Nuçe Belav bike

Festîval li Zanîngeha Duhokê û ji aliyê Binkeya Rewşenbîrî ya Lalişê ve hatiye sazkirin û çend çalakî û panelên cuda li xwe digire.

Di festîvalê de Kurdên Êzdî ji Ermenistan, Rojava û Bakurê Kurdistanê û welatên din berhemên xwe yên çandî nîşan bidin.

Herwiha di festîvalê de cilûberg, xwarin, amûrên kar û adet û dab û nerîtên Kurdên Êzidî tên nîşandin.

Biryar e ku hin panel jî li ser rewşa Kurdên Êzidî bên pêşkêşkirin.

Festîval tenê rojekê berdewam dibe û hin çalakiyên hunerî jî li xwe digre. Festîvala Lalişê bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir û paşê Serokê Desteya Bilind a Binkeya Lalişê Seîd Cirdo û Parêzgerê Duhokê Elî Teter gotar pêşkêş kirin.

Her di destpêka festîvalê de çend stranên folklorî ji aliyê Tehsîn Xidir Feqîr û Celo Şingalî ve hatin pêşkêşkirin, tîpa Şarya jî tabloyeke dîlanê pêşkêş kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:17:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x