Hunermend Beytocan koça dawiyê kir

Hunermendê navdar ê Kurd Beytocan piştî çend salan ji têkoşîna bi nexweşiyê re, şeva borî li Swêdê koça dawiyê kir.

12.09.2023, Sal - 10:58

Hunermend Beytocan koça dawiyê kir
Nuçe Belav bike

Hunermendê Kurd ê bi navûdeng Beytocan koça dawî kir.

Beytullah Gunerî ku wekî Beytocan tê naskirin demeke dirêj e ji ber nexweşiya penceşêrê li Swêdê dihat dermankirin.

Beytocan li Swêdê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Hunermendê Kurd Armanc ji Rûdawê re ragihand ku Beytocan îro serê sibê li gorî dema Swêdê saet 05:30an de li nexweşxaneyê koça dawî kiriye.

Hunermend Beytocan, demeke dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin û berî demekê emeliyat bûbû.

Beytocan ki ye?

Beytullah Gunerî (Beytocan) sala 1955an li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatiye dinê.

Di 8 saliya xwe de mala wan hatiye Amedê.

Beytocan, dema darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî tê girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn.

Piştî 6 sal û nîvan, di sala 1987an de tê berdan û ji Amedê koçî bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê dike.

Hunermend Beytocan xwediyê gelek berhemên giranbiha yên wekî “Yan Mirin Yan Diyarbekir” û “Diyarbekir Mala Min” e.

4 albumên Beytocan ên bi navên "Yan mirin Yan Diyarbekir", "Te Nadin Min", "Bîst û Yekê Adarê", "Êtûna Dilê Min" hene.

Beytocan albûma xwe ya yekem sala 1990î derxistiye, salên piştî wê koçî Ewropayê kiriye û li welatê Swêdê bi cîh bûye.

Beytocan piştî 23 salan cara yekem sala 2014an çûbû Amedê û konser dabû.

Hunermendê Kurd Beytocan bi hesreta welêt li xerîbiyê koça dawî kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 476 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:18:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x