Hunermendê Efrînî tevî rewşa zehmet karê bav û kalan didomîne

Hunermendê Efrînê tevî rewşa zehmet a ku tê de dijî jî karê ku ji bav û kalan re jê re maye berdewam dike.

30.08.2023, Çar - 05:52

Hunermendê Efrînî tevî rewşa zehmet karê bav û kalan didomîne
Nuçe Belav bike

Hunermend Cemal Bakîr, ji malbateke hunermend a Efrînê ye.

Bavê wî mûzîkjen bû, herwiha Cemal û sê birayên xwe li tembûrê didin.

Cemal Bakîr ji gundê Coqê ye, lê li bajarê Efrînê, pîşeya çaksazkirina tembûr, biziq, ûd û amêrên din ên mûzîkê dike.

Çaksazkarê amûrên mûzîkê yê Efrînî Cemal Bakîr got, "Ez niha karê çêkirin û firotina tembûran dikim.

Tembûrên kevin û şikestî tên ez wan çak dikim. Eger tembûrek çiqasî şikestî be yan têk çûbe, ez wê çak dikim.

Weke vê tembûrê, kevn e, dibe bihayê wê li cem xelkê tunebe, lê li cem xwediyê wê heye.

Ji ber ku ev tembûreke kolanê ye, dibe temenê wê 50 sal be.

Xwediyê wê dixwaze wê parastî hilîne, ji ber ku dibêje ew tembûra bavê min e, ya bapîrê min e. Çiqasî çikestî be jî, ez wê bihev ve dikim û çak dikim."

“Karê bav û kalên me ye”

Cemal Bakîr ev şarezahî, ji bav û kalan wergirtiye û jê hez dike.

Cemal Bakîr anî ziman, "Min ev kar jî kir, ji ber ku karê bav û kalên me ye.

Tembûr tiştek e bi kultûra me ve girêdayî ye.

Ji bav û kalan de ji me re maye, derirrîna tiştê di dilê mirov de dike. Em hestûnestên xwe bi rêya vê tembûrê derdibirrin. Min jî ji vî karî hez kir û xwest wî biarêzim.""

Zarokên xwe jî fêr dike

Behredarê Efrînî zarokên xwe jî fêrî hunerên mûzîk, stranbêjî û wênekêşiyê dike.

Wiha jî, keça wî Rojda û xwişkên xwe, hewl didin gaveke baş di van waran de bavêjin.

Zaroka hunermend Rojda Cemal Bakîr got, "Ez ji Efrînê me, ji wênekêşiyê gelekî hez dikim.

Niha ez li cem mamoste Gulistan xwe fêrî wênekêşiyê dikim.

Me çar pêşangeh vekirin, yekem ji wan li Anadolê bû, duyem jî bi mamoste Xalib Hessûn re, ya sêyem jî bi navnîşana Şûkirina temenbiçûkan, lê ji ber hin sedema pêşangeh venebû.

Ya çarem jî bi mamoste Qasim re li ser êşa Sûriyê û erdhejê bû. Ez ji wênekêşiyê pir hez dikim."

Herêma Efrînê, bi behredar, hunermend û pîşekarên xwe naskirî ye.

Rewşa zehmet a ku tê de dijîn, nebûye rêgir li ber wan ku huner û çalakiyên xwe bi serkeftinan bixemilînin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 478 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:58:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x