Kurdên Êzidî di Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê de çanda xwe nîşan dan

Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê li Duhokê tê lidarxistin û tê de çanda Kurdên Êzidî yên ji deverên cuda yên cîhanê tê nîşandan

08.07.2023, Cts - 07:35

Kurdên Êzidî di Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê de çanda xwe nîşan dan
Nuçe Belav bike

Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê li Duhokê tê lidarxistin û tê de çanda Kurdên Êzidî yên ji deverên cuda yên cîhanê tê nîşandan. Çalakiyên hunerî, pêşangehên çandî, stran û aheng beşeke Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê ne.

Endamê grûpa Lalişê Sermed Îsmaîl got, “Her miletê ku çanda xwe ji bîr bike û çanda wî were tunekirin, ne milet e. Dîrok wiha dibêjem, ez bang li xort û keçên Êzidî dikim ku bi hev re cil û bergên bav û kalên xwe biparêzin.”

Kurdên Êzidî yên ji Rojava, Bakurê Kurdistanê û Ermenistanê beşdarî festîvalê bûn û behsa rewşa Kurdên Êzidî kirin.

Nivîskar Dawûd Xetarî got, “Koçberiya Êzidiyan bandorek mezin li ser kevneşopî û windakirina zimanê dayikê kiriye lê hin rêxistin û sazî hene ku ji bo parastina çandê hewlên baş didin.”

Di festîvalê de pêşangehên hunerî, xwarinên gelêrî û tiştên ku di çandinî û karên rojane de tên bikaranîn jî hatin pêşkêşkirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 411 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:58:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x