Li dijî peykerê Şivan Perwer êrîş!

Bi ser peykerê hunermendê navdar Şivan Perwer êrîş kirin.

11.05.2017, Per - 11:29

Li dijî peykerê Şivan Perwer êrîş!
Nuçe Belav bike

Şivan Perwer ji navçeya Sêwreg a bajarê Rihayê ye û di sala 2009an de ji aliyê Rêveberiya Şaredariya Sêwregê ve peykerê wî yê di destê wî de tembûra wî heye hatibû danîn. Hin kesên ku nasnameya wan ne diyar e, êrîş kirin ser vî peykerî.

Hat ragihandin ku tembûr û destên peyker hatine şikandin û herwiha zirar dane rûyê peyker.

Peykerê hunermendê navdar Şivan Perwer ji aliyê tîmên şaredariyê ve, vê sibehê hatiye rakirin.

Cîgirê Serokê Şaredariya Sêwregê Hasan Postaci ragihand, li ser vê bûyerê di derbarê êrîşkaran de gilî hatiye kirin û hezên ewlehiyê dê li ser vê bûyerê lêkolînê bikin.

Hasan Postaci got: “Li ser mijara şikandina peykerê Şivan Perwer, me li Rêveberiya Ewlehiyê giliyê xwe tomar kir. Ji ber ku peykerê şikestî, ne xweş bû bi vî awayî li cihê xwe bisekine, me ew rakir. Emê peyker nû bikin û cardin deynin cihê wî yê berê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1802 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:45:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x