Li ÎSMEKê serlêdanên kursên Kurdî dest pê kir

Li Enstîtuya Stenbolê (ÎSMEK) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê serlêdanên kursên zimanî û pîşeyî dest pê kirin.

08.09.2023, Cum - 07:25

Li ÎSMEKê serlêdanên kursên Kurdî dest pê kir
Nuçe Belav bike

Li Enstîtuya Stenbolê (ÎSMEK) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê serlêdanên kursên zimanî û pîşeyî dest pê kirin.

Di bernameya wan de kursên zaraveyên Kirmanckî (Zazakî) û Kurmanciyê yên Kurdî jî hene.

Kesên ku dixwazin fêrî Kurdî bibin dikarin serlêdanê bikin.

Kursên zaravayên Kurmancî û Kirmanckiyê yên Kurdî di çarçoveya Zarave û Zimanên Zindî de di bernameyê de cih digirin.

Kesên ku dixwazin fêrî zimanê Kurdî bibin dê li aliyên pêwendîdar ên girêdayî Şaredariya Stenbolê serlêdanên xwe bikin.

ÎSMEK niha li 150 navendên li seranserê Stenbolê perwerdeya kurs û pîşeyên cuda dide.

Xwendin û fêrbûna li wan navendan a ji bo vê demsala nû ya xwendinê dest pê kir.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bidestxistine serlêdanên kursên zimanê Kurdî di 4ê Îlonê de dest pê kirine û heta derdora 20 rojên din berdewam dikin.

Kursa zaraveyê Kirmanckiyê 23ê Îlona 2023an dest pê dike û di Sibata 2024an de temam dibe.

Kursa asta A1ê ya zaraveyê Kurmanciyê jî di 20ê Îlonê de dest pê dike û 15ê Kanûna Pêşîna 2023yan berdewam dike.

Di dawiya her kurseke bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckiyê sertîfîkayeke fermî ya ji Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê hatiye pesendkirin ji bo kesên beşdarî kursê tê dayîn û ev jî daxwaza li ser van kursan bi taybet di van salên dawî de zêdetir dike.

Cihê sereke yê serlêdana kursên Kurdî li Dibistana Ziman a Şîşliyê bi awayekî rûbirû ye.

Zaraveyên Kirmanckî û Kurmanciyê yên Kurdî di kursên ziman ên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de wek ders tên dayîn.

Bi 2 bernameyên cuda Kurdî tê fêrkirin: Astên A1 û A2 yên Fêrbûna Kurmancî, Nivîsîn û Axaftina A1-A2 Kurmancî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 517 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x