Li Şirnexê Festîvala Berxbirînê hat lidarxistin

Li navçeya Elkê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê Festîvala Berxbirînê hat lidarxistin.

15.07.2023, Cts - 17:10

Li Şirnexê Festîvala Berxbirînê hat lidarxistin
Nuçe Belav bike

Di festîvalê de li aliyekî berxbirîn, li aliyekî govend û dîlan, li hêlek kêlana meşkê li hêlek jî kilam û stranên dengbêjê zaxoyî Haşim Boselî û dengbêj Mesût Cizîrî, li alîyek jî pêşbaziya mast û penêrên bêrîvanên Elkê.

Ev hemî deng û dîmenên zozanî ji nehemîn mihrîcana berxbirînê ya navçeya Elkê ya Şirnexê ne.

Şaredarê Elkê Hebîb Aşan got “Şopek kevnar e bi salan tê pîrozkirin. Wextê berx tên çaxê firotinê millet di nav xwe de şahiyek çêdike. Çimkî berê dema ji xwe re erzak bikiriya yan jî zarokê xwe zewicandiba dihîşt heta ku berxa bifroşe bibe xwediyê peran yanî wextê serê miaş tê hesabê.”

Ajelvan Adil Gok dibêje “Her sal vê wextê berxan dibirin. Îja bûye edet bo xwe dikin festîval.”

Bêrîvan Şikriya Cîn diyar kir “Ez bi xwe bêrîvan im, her sal diçim zozanan. Vê gavê jî ez hatime vira.”

Ajelvan Xalit Ûlaş anî ziman “Gelek xweş e, ji zemanê bav û bapîrên me heta niha festîval tên kirin, lê ne li navçê li zozanan tê kirin.”

Bêrîvan Sebîha Tekîn got “Em diçin bêriyê diçin zozanan pezî didoşin, penêr çêdikin, mast çêdikin. Dema berxbirînê em karê berxbirînê dikin. Pez serjêdibin, xwarin tê belavkirin.”

Piştî çalakiyên nava rojê serkeftiyên pîşbirkê hatin xelatkirin û hunermenda navdar a Kurd Rojîn û hunermendê naskîrî yê Tirk Haluk Levent konsertên xwe li dar xistin û festîvala ku dema wî rojek bû, di derengiya şevê de bi govenda beşdarvanan bi dawî bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:11:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x