Li Tirkiyeyê tîpên ‘w, x û q' ketin mufredatê

Wezareta Perwerde ya Tirkiyeyê cara yekemîn tîpên ‘x, w û q' ku di dersdayîna Tirkî de tunebûn xizte mufredatê.

26.05.2017, Cum - 06:24

Li Tirkiyeyê tîpên ‘w, x û q' ketin mufredatê
Nuçe Belav bike

Bi sepandina nû şagirtên pola 4emîn wê di çarçoveya fêrbûna karakterên klavyayê de tîpên ‘x, w û q' ku di zimanê Tirkî de tûnebûn fêr bibin.

Li gorî nûçeya Gamze Kolcuya rojnameya Hurriyetê, di çarçoveya ‘Projeya Fatihê' ku tablet û texteyên biaqil li dibistanan hatin belavkirin de wê şagirtên pola 4emîn hefteyê seetekê perwerdeya klavyayê bibînin. Di serdema nû de şagirtên pola 1 û 2yemîn dê fêrî nivîsandina tîk bibin û yên pola 3yemîn jî wê fêrî nivîsandina delal û estetîk bibin. Herwiha şagirt wê di pola 4emîn de jî fêrî klavyayê bibin.

Şagirtên dibistanan berê di çarçoveya dersên bijarte yên Îngîlîzî û Kurdî de tîpên ‘x, w û q' nas kiribûn. Li gorî daxuyaniya berpirsên Wezareta Perwerdeyê, divê şagirtên dibistanê hemû curê nivîs û karakteran binasin, ji bo ku fêrbûna tîpên biyanî ji hêla pedagojiye ve pir girîng e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2182 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:06:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x