PYD xwendina taybet li Rojava qedexe dike

Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) baskê PKK li Kurdistana Rojava, hemû korsên xwedina taybet li malan û peymangehan qedexe kir.

03.06.2017, Cts - 06:19

PYD xwendina taybet li Rojava qedexe dike
Nuçe Belav bike

Înê 2.06.2017 Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) baskê PKK li Kurdistana Rojava, hemû korsên xwedina taybet li malan û peymangehan qedexe kir, PYD got ku, sedema qedexekirina xwendina taybet jî ewe ku, rêz ji dibistanên fermî re were girtin û pereyên ku, pereyên didin wê xwendinê li ser mile xwedekaran kêm bibe.

Ji aliyê xwe ve çavdêrên siyasî dibêjin ku, armanca sereke ji pêngavê ewe ku, PYD dixwaze rêbazên xwe û aydolojiya partiya xwe li ser xelkê feriz bike.

Berî niha PYD rêbazên bi zimanê Kurdî li hemû navçeyên di bin kontirola xwe de ferzkiribû, xwendina bi rêbazên rejîmê qedexekiribû, lê piraniya xelkê ew rêbaz ji ber ku, bîrûbûçûnên PKK belavdikir redkiribûn û berê xwe dabûne xwendina taybet.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1767 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x