300 ton petateyên Hewlêrê gihiştin Îmaratê

Di berdewamiya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo bazarkirin û firotana berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê li bazarên cîhanê, 300 ton petateyên Hewlêrê gihişt Dubey û dê bazarên Îmaratê werin firotan.

29.07.2023, Cts - 18:01

300 ton petateyên Hewlêrê gihiştin Îmaratê
Nuçe Belav bike

Bazirganê Hewlêrî Bawar Sabir Xoşnaw ji K24ê re ragihand, bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 8 konteynirên ku tê de 300 ton petate ku ji aliyê cotkarên parêzgeha Hewlêrê ve hatine berhemanîn, şandine derve.

Bawar Sabir Xoşnaw got jî, asta berhemanîna petateyan ji daxwaza navxwe zêdetir e, petateyên Herêma Kurdistanê xwedî kalîteyeke bilind e û li bazara giştî ya Dubey ji aliyê kompaniyan ve daxwaz li ser heye.

Bazirganên Kurd dibêjin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû asankarî pêşkêşî wan kiriye ji bo bikarin bo yekem car petateyan bi awayekî serkeftî hinardeyî bazarên Îmaratê bikin.

Ji aliyê xwe ve Ehmed El-Feqî ku xwediyê kompanyayeke dabînkirina meywe û sebzeyan li Dubey ye got, ew petateyan ji Pakistan, Misir û Lubnanê tînin û kêfxweş in ku petateyên Kurdistanê jî werbigirin. Got jî, kalîteya petateyên Kurdistanê ji berhemên van welatan baştir e, ji ber wê jî wan petateyên Kurdistanê pêşkêşî hemû mişteriyên xwe kirine ji bo vê cureyê bikar bînin.

Di çarçoveya planên stratejîk ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê û giringîdana bi sektora çandiniyê û bazarkirina berhemên cotkaran, di çar salên borî de berhemanîna petateyan 200 hezar ton zêde bûye û îsal giheştiye nêzîkî 600 hezar ton û bi texmînî 500 milyon dolar qezenc kiriye.

Li gor zanyariyên K24ê, cotkarên Herêma Kurdistanê salane 30 cureyên petateyan berhem tînin ku 10 ji wan pîşesazî û ji bo berhemanîna fînger û çipsan tên bikaranîn.

Bi piştevaniya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çendîn berhemên çandiniyê yên cotkarên Herêma Kurdistanê gihîştine asta têra Herêma Kurdistanê bike, ji wan jî petate, ceh, xiyar û gelek berhemên din ên meywe û sebzeyan.

Ji bilî vê yekê jî, di mezintirîn pêngavên Kabîneya Nehem a piştevanîkirina berhemên cotkaran li bazarên cîhanê, sala borî 2 hezar ton hinar bo Îmarat û welatên din ên Kendavê hatibû hinardekirin û ji bo îsal û salên pêş jî ji bilî hinaran, hingiv û sêv bo welatên Îmarat, Erebistana Siûdî, Behreyn, Brîtanya û Ewropayê dê bên hinardekirin.

Ligel wê jî, birincê Kurdî û tehîna kuncî ya Kurdistanê li bazarên derve, bi taybetî li welatên ku kurdên diyasporayê lê dijîn, tên xwestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:17:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x