Barzanî: Rêkeftina Rosneftê wê bawerîyê vegerîne bazara Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser rêkeftina ligel kompaniya Rosneft a Rûsî destnîşan kir ku ew hêvîdar in bibe despêkek di warê enerjî û hemû waran de ji bo rêkeftinên zêdetir ligel welatên din.

06.06.2017, Sal - 06:13

Barzanî: Rêkeftina Rosneftê wê bawerîyê vegerîne bazara Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke digel Rûdawê de li ser naveroka rêkeftina bi Rosneftê re ku li dema beşdarîya Forûma Aborî ya Navnetewî li St. Petersbûrgê hatibû girêdan axivî.

Barzanî diyar kir, "Ev rêkeftineke bazirganî ye û ew dê li Herêma Kurdistanê kar bikin, sermayeya xwe bikar bînin. Rêkeftina ligel Rosneftê demdirêjî ye ku Rosneft yek ji mezintirîn kompanyaya Rûsyayê ya di warê enerjiyê de ye. Bi baweriya me, piştî wan salên ku rewşa aborî ya Kurdistanê xirab bû, ev rêkeftin dê bibe destpêkeke nû di warê enerjiyê de. Herwiha ji bo pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de."

Barzanî bal kişand ser pêşxistina pêwendîyên navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê û wiha axivî: "Em hêvîdar in ku ev rêkeftin bibe destpêkeke baş ji bo pêwendiyên aborî yên demdirêj ligel Rûsyayê."

Barzanî rêkeftina ligel Rosneftê wek vegera bawerîyê li bazara Kurdistanê binav kir û wiha pê de çû: "Bêguman ev yek nîşana vegera baweriyê ye ji bo bazarên Kurdistanê, ku ev çendîn sal in li Herêma Kurdistanê pirsgirêk hebûn. Bi taybetî birîna bûdceyê, şerê DAIŞê, hatina milyonek û 800 hezar koçber, bibû sedema vê qeyranê. Piştî van pirsgirêkan, rêkeftin dê careke din baweriyê vegerîne bazarên Kurdistanê."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevpeyvînê de behsa hevdîtina ligel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî kir û li ser naveroka hevdîtinê ev agahî dan: "Di hevdîtina ligel cenabê Serok Pûtîn de me behsa pêwendiyên dualî kir. Herwiha behsa pêşdebirina pêwendiyên aborî yên Rûsya û Kurdistanê kir. Mijareke din şerê teror û DAIŞ bû."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1631 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:27:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x