Hezar ton petateyên Kurdistanê bo Îmaratê hatiye hinardekirin

Di çarçoveya rêkeftina ku bi veberhêner û bazirganên Îmaratê re hatiye îmzekirin, nêzîkî 1000 ton petateyên ku ji aliyê cotkarên Herêma Kurdistanê ve hetine berhemanîn bi rêya çend karwanan bo Îmaratê hatine hinardekirin.

05.09.2023, Sal - 08:05

Hezar ton petateyên Kurdistanê bo Îmaratê hatiye hinardekirin
Nuçe Belav bike

Xwediyê kompaniya (K.H) a berhemanîn û hinardekirina petateyan Beşar Muşîr ji ajansa K24ê re ragihand: “Ji destpêka meha borî û heta niha, nêzîkî hezar ton petateyên pîşesazî bi rêya çend karwanan bo Îmaratê hatiye hinardekirin.”

Roja 07.08.2023an, merasima îmzekirina girêbesta hinardekirina 5 hezar ton petateyên pîşesazî di navbera sermayedar û bazirganên petateyên Herêma Kurdistanê û bazirganên Îmaratê li Hewlêrê birêve çûbû.

Beşar Muşîr got jî: “Proseya hinardekirina petateyên Kurdistanê bo Îmaratê berdewam e, em heftane nêzîkî 300 heta 400 ton petate bi rêya çend konteyniran hinarde dikin.”

Destnîşan kir jî, li gorî girêbestê, dê 5 hezar ton petateyên pîşesazî ji Îmaratê re bên hinardekirin. Lê dibe ku ev rêje zêdetir bibe. Eger daxwazeke zêde ji bo petateyên Kurdistanê hebe, ew amade ne ku zêdetir hinarde bikin.

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îsal berhemanîna petateyên cotkarên Herêma Kurdistanê nêzîkî 700 hezar ton bûye, ku ji wê hejmarê nêzîkî 500 hezar ton li devera Berderaşê ya li Parêzgeha Duhokê hatiye berhemanîn.

Ji wan 700 hezar ton petateyên ku cotkarên Herêma Kurdistanê berhem tînin, nêzîkî 100 heta 150 hezar ton petateyên pîşesazî ne ku ji bo çêkirina “chips û finger” û berhemên mîna wan tê bikaranîn.

Serokê Komîteya Veberhênananê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ji K24ê re ragihand, hinardekirina petateyan bo Îmaratê bi saya hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi hevahengiya li gel Konsulê Îmaratê li Herêma Kurdistanê bûye.

Bi gotina Serokê Desteya Veberhênanê, li Herêma Kurdistanê îsal berhemên çandinî yên baş hen û kar li ser hinardekirina tirî, sêv û hêjîran bo welatên Kendavê bi taybetî Îmarat tê kirin.

Bi piştevaniya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî, heta niha çendîn berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê gihîştine asta ku têra pêwîstiyên navxwe bike, wek: Petate, ceh, xiyar û gelek berhemen din ji meywe û sebzeyan.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 471 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:29:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x