Iraqê di derbarê rêkeftina Rosneft û Kurdistanê de daxûyanî da

Wezîrê Petrol ê Iraqê Cebar Laîbî di axaftina xwe de ragihand ku rêvebiriya Bexdayê derheqê peymana Rosneft û Kurdistanê de xwediyê agahiyên kêm e.

30.11.2017, Per - 06:42

Iraqê di derbarê rêkeftina Rosneft û Kurdistanê de daxûyanî da
Nuçe Belav bike

Wezîrê Petrol ê Iraqê Cebar Laibî di axaftina xwe ya civîna çapemenî de berisva pirsên rojnamevanan da û got: "Rêvebiriya Bexdayê derheqê peymana Rosneft û Herêma Kurdistanê ya xeta boriyê de xwediyê agahiyên kêm e."

Cebar Laibî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo peymana navbera herdu aliyan divê em diyalogê bi şirketa Rosneftê re deynin." Şirketa Rosneft û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Sibata 2017'an di warê standina petrolê de 3 salan peyman îmzekiribûn.

Herwiha berpirsên Rosneft û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Foruma Ekonomî ya Navneteweyî ku di meha hezîranê de li Saînt Petersburgê hatibû lidarxistin, ji bo kifş û derxistina kanayên enerjî çend peymanên staretejîk îmze kiribûn

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1492 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:33:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x