Ji Fraksiyonên Kurdistanî protestoya budçeyê!

Bi sedema têbîniyên wan li ser pirojeyasaya budceya 2018an, firakisyonên Kurdistanî beşdarî civîna îro ya Perlemana Iraqê nebûn.

02.12.2017, Cts - 13:41

Ji Fraksiyonên Kurdistanî protestoya budçeyê!
Nuçe Belav bike

Serokê firakisyona YNK di Perlemana Iraqê de Arêz Ebdella, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Di pirojeyasayê de movikek hatiye ku desthilatê dide hikûmetê bê veger li Perlemanê dikare pereyan xerc bike, ew movik metirsîdar e".

Arêz Ebdella got: "Firakisyonên Kurdistanî li ser hejmarek xal ji pirojeyasaya budceyê nerazî ne, ku li gorî destûrê behsa Herêma Kurdistanê nehatiye kirin û hêzên Pêşmerge ji mafên xwe hatiye bêbeşkirin û rêjeya ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin rêjeyeke kêm e û pereyê ji bo hêzên çekdarên Iraq û kirîna çekan hatiye diyarkirin bêyî ku pişka Pêşmerge têde hebe, gujmeke zêde ye".

Derbarê civîna firakisyonên Kurdistanî li gel serokê Iraqê, Arêz Ebdella got: "Emê wek firakisyonên Kurdistanî li gel serokomar bicivin û kêmaniyên pirojeyasaya budceyê jê re zelal bikin".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1313 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:22:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x