Mihemed Şukrî: Moletên veberhênanê bi nêzîkî 300 projeyan hatiye dayîn û 200 hezar derfetên kar peyda kirine

Kabîneya Nehem bi rêya Desteya Veberhênanê di çar salên borî de, moleta veberhênanê bo nêzîkî 300 projeyan pesend kiriye, ku nêzîkî 200 hezar kar ji bo welatiyan peyda kirine. Serokê Desteya Veberhênanê eşkere kir, projeyên ku molet ji wan re hatine dayîn bi piranî di warê pîşesazî de ne û girîngiyeke zêdetir bi sektora geştyarî û çandiniyê hatiye dayîn.

29.08.2023, Sal - 07:21

Mihemed Şukrî: Moletên veberhênanê bi nêzîkî 300 projeyan hatiye dayîn û 200 hezar derfetên kar peyda kirine
Nuçe Belav bike

Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî ji ajansa K24ê re got: “Ji dema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û heta niha, me molet daye nêzîkî 300 projeyên weberhênanê ên sektora taybet ku sermaya wan zêdetirî 14 milyar dolar e.”

Got jî: “Li gor bernameya hikûmetê, zêdetir giringî bi sektora pîşesazî hatiye dayîn ku moletên projeyên veberhênanê wergirtin, piştî wê sektora geştyarî û paşê sektora çandinîyê tê.”

Mihemed Şukrî diyar kir: “Me bi rêya van projeyan, rasterast nêzîkî 200 hezar kar peyda kirine û me li kompanya ferz kiriye ku ji sedî 75ê karan ji xelkê me re û ji sedî 25 jî ji bo karkerên biyanî bin.”

Nêzîkî 300 proje di vê kabîneyê de molet wergirtin û zêdetir ji 1612 projeyên veberhênanê hatine pesendkirin û di pêvajoya temamkirinê de ne. Di van projeyan de arasteya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew bû, ku zêdetir giringî bi her sê beşên pîşesazî, çandinî û geştiyariyê bê dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 482 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:35:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x