Nûnerê PDKê: Rêkeftina bi Rosneftê re ‘Bûyereke dîrokî ye’

Nûnerê fermî yê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Rûsyayê Xoşavî Babekir ji Spûtnîkê re rêkeftina Rosneftê û Rêveberîya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina hevkarîya lêgerîn û hilberîna hîdrokarbonê û kirîna petrolê nirxand.

06.06.2017, Sal - 07:45

Nûnerê PDKê: Rêkeftina bi Rosneftê re ‘Bûyereke dîrokî ye’
Nuçe Belav bike

Babekir ji Spûtnîkê re wiha axivî: "Ev ji bo Herêma Kurdistanê û Rosneftê bûyereke mezin e. Bi qasî dizanim xebatên Rosneftê li derveyî welat ne zêde ne. Li gor peymanê dê Rosneft ji herêmê petrolê bistîne. Li gor rêkeftinê dê hinardekirina petrolê ya rojane ji 700 hezar bermîlan bo 1 milyon bermîlan were zêdekirin."

Babekir di berdewamê mezinbûna rêkeftinê bi bîr xist û wiha got: "Dê di 5 warên cuda de xebatên keşfê bêne kirin. Ev bûyereke mezin e. Yanî wê petrola herêmê Rosneft bikire. Dê ev pengava aborî ya Rûsyayê alîkarîyeke mezin bide aramîya herêmê. Dê ji alîyê aborî ve barkirin û sewqîyata petrolê jî arzan bibe. Dê ew petral ji ser bendergeha Ceyhan a Tirkiyê biçe Almanyayê û ji wir jî bikeve bazarên cîhanê."

Nûnerê PDKê bal kişand ser ku Tirkiye jî dilxwazê peymana hatiye girêdan e û wiha pê de çû: "Niha ev mijar bi awayekî pir cidî li herêma Kurdistanê tê axaftin. Rêveberîya Hewlêrê di wê nêrînê de ye ku ev rêkeftin serkeftineke mezin e. Bûyereke dîrokî ye. Ev dê herwiha ji bo bihêzkirina pêwendiyên Kurdistan, Rûsya û Tirkiyê jî bi awayekî cidî bibe alîkar. Bala Tirkiyê jî li ser vê ye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1667 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:22:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x