Raporta Kompaniya Deloitte li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê

Kompaniya Deloitte amarên berhemanîn, hinardekirin, xercî û firotina petrola Herêma Kurdistanê bo çaryeka yekem a îsal belav kir.

13.07.2023, Per - 13:59

Raporta Kompaniya Deloitte li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Kompaniya Deloitte amarên berhemanîn, hinardekirin, xercî û firotina petrola Herêma Kurdistanê bo çaryeka yekem a îsal belav kir û tê de hat eşkerekirin, ku dahata giştî ya petrolê li Herêma Kurdistanê di çaryeka yekem a îsal de zêdetir ji du milyar û 199 milyon Dolar e.

Li gor raporteke Kompaniya Deloitte, hemû berhemên petrola Herêma Kurdistanê di çaryeka yekem a îsal de, 36 milyon û 723 hezar û 475 bermîl petrol bûye, 32 milyon û 307 hezar û 382 bermîl hatine hinardekirin û 4 milyon û 39 hezar û 232 bermîl jî ji bo parzûngehê hatiye terxankirin, herwiha 376 hezar û 861 bermîl jî hatiye firotin.

Di raportê de hatiye destnîşankirin, dahat giştî ya petrolê li Herêma Kurdistanê du milyar û 199 milyon û 684 hezar û 396 Dolar bûye, di demekê de ku bihayê bermîleke petrolê 67.639 Dolar bûye, ji vê rêjeyê jî dahata petrola navxwe 22 milyon û 98 hezar û 456 Dolar bûye.

Hat diyarkirin ku xerciya proseya petrolê di çaryeka yekem a îsal de milyarek û 253 milyon û 187 hezar û 254 Dolar bûye û ji vê rêjeyê jî dahata maye ji bo hikûmetê ku ji bo mûçeyên mûçexuran hatiye terxankirin, 946 milyon û 497 hezar û 142 Dolar bûye.

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser raportên Kompaniya Deloitte ya cîhanî dibêje, raportên vê kompaniyêdi çarçoveya proseya hûrbîniya sektora petrol û gazê li Herêma Kurdistanê û wek beşek ji destpêşxeriya taybet a şefafiyetê di bernameya karê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, her çar mehan carekê raporta piştrastkirî ya taybet bi data û zanyariyên nû yên li ser hinardekirin, bikaranîn, xercî û dahatên petrolê belav dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:45:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x