Wezareta samanên sirûştî amarên şandina petrolê di dawiya sala 2017 de belav kir

Îro, wezareta samanên sirûştî ya herêma Kurdistanê di rêya postekê de ku, li ser rûpela xwe ya Tiwîterê belav kirbû, amarên şanda petrola herêma Kurdistanê di 4 mehên dawî de yên sala 2017an belav kir.

06.01.2018, Cts - 07:21

Wezareta samanên sirûştî amarên şandina petrolê di dawiya sala 2017 de belav kir
Nuçe Belav bike

Li gor amarên wezaretê di 4 mehên dawî yên sala 2017ê şandina petrolê bi wî awayî bû:

Meha Îlonê rojane 514 hezar û 51 bermîl bû.

Meha Tişrîna yekem rojane 384 hezar û 659 bermîl dihat şandin .

Meha Tişrîna duyem rojane 252 hezar û 301 bermîl bû.

Meha Kanûna yekem rojane 263 hezar û 542 bermîl petrol dihat şandin.

Kêmbûna şandina petrola herêma Kurdistanê di her 3ê mehên dawiyê de yên sala 2017ê bi sedema êrîşa Heşda Şeibî û hêzên Iraqê li ser Kerkûk û derdora wê bû, taybet dema grupa 16ê Oktoberê her du kêlgeh petrolê yê Avane û Bay Hesen dagîrkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1405 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:21:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x