Esad ji bo Efrînê: Ji siyaseta Tirkiyeyê ya piştgira terorê nayê veqetandin

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad diyar kir ku "erîşkara Tirkiyeyê ya zalim li ser Efrînê ji siyaseta li ser piştgiriya terorê nayê veqetandin.

21.01.2018, Paz - 13:28

Esad ji bo Efrînê: Ji siyaseta Tirkiyeyê ya piştgira terorê nayê veqetandin
Nuçe Belav bike

Esad bi Serokê Encûmena Stratejîk a Têkiliyên Derve ya Îranê Kemal Xerzaî re civiya û tê de got ku serkeftina li dijî terorê li Sûriye û Iraqê û xweragiriya Îranê di dosyaya nûklerî de planên ji bo herêmê hatine danîn têk birin ku dihat xwestin dewletên wê werin jihevxistin û serweriya wan û biryara wan a serbixwe werin binêkirin

Malpera SANAyê ya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku Esad wiha gotye: êrîşkariya zalim a Tirkiyeyê li ser bajarê Efrînê yê sûrî ji wê siyaseta rejîma tirkî nayê veqetandin ku ji roja pêşî ji qeyrana Sûriyeyê de li ser bingehê piştgiriya teror û rêxistinên terorê bi navên xwe yên curbicur ava kiribû."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1558 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:09:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x