Wezîrê Tenduristiyê: 117 haletên nexweşiya kolerayê hene

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, heta niha li Herêma Kurdistanê 117 haletên nexweşiya kolerayê hatine piştrastkirin, sedema sereke ya nexweşiyê, nepakiya ava vexwarinê ye.

07.09.2023, Per - 11:31

Wezîrê Tenduristiyê: 117 haletên nexweşiya kolerayê hene
Nuçe Belav bike

Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Barzanî li Silêmaniyê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, nexweşiya kolerayê li herêmê belav bûye. Ev jî bi gelek pirsgirêkan ve girêdayî ye û aliyê tenduristiyê jî hewla çareserkirinê didin.

Dr. Saman Berzincî got: “Kolera ne sedem e, ew encama çend pirsgirêkan e, di nav wan de binesaziya kanalîzasyonê û çavkaniyên ava vexwarinê li tax û navçeyan e.”

Da zanîn jî, Wezareta Tenduristiyê her sale ji meha Hezîranê ve gelek tedbîran ji bo nexweşiyên zikçûn û Kolereyê digire.”

Herwiha diyar kir, heta niha 117 haletên kolerayê hene, ku ji alîyê taqîgehên saxlemîyê li Silêmanî û Hewlêrê hatine piştrastkirin, herwiha ji alîyê Wezareta Tenduristîyê ya Îraqî û Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî ve hatine piştrastkirin.

Wezîrê Tendirustiya Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, nêzîkî ji sedî 20ê xelkê bajarê Silêmaniyê ji wan çavkaniyên fermî yên ava paqij nînin û bi tankeran av ji wan re tê dabînkirin ku jêderên nefermî tînin.

Destnîşan kir jî, piştî lêkolîneke bi hûrgilî, me dît ku sedema sereke ya nexweşiyê, ava vexwarinê ye, sedemên din jî yên wek sebze, xwarin û vexwarinên din hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 407 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:10:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x