Îro sed sal di ser peymana Lozanê re derbas dibin

Sed sal bi ser peymana Lozanê re derbas dibin ku Kurdistan di nava çar dewletan de bi fermî kir çar parçe.

24.07.2023, Pts - 08:21

Îro sed sal di ser peymana Lozanê re derbas dibin
Nuçe Belav bike

Sed sal bi ser peymana Lozanê re derbas dibin ku Kurdistan di nava çar dewletan de bi fermî kir çar parçe. Şerê Cîhanê Yekem ku di asta Ewropa, Asya û Efrîqayê de wêrankariyeke mezin kir, dewletin rûxandin û dewletine nû damezrandin û bû sedemê kuştina milyonan kesan. ji ber berjewendiyên zilhezên cîhanê di serî de Brîtanya û Fransa û Sovyetan û lawaziya rêberiya Kurd derfeta dewletbûnê ji dest çû, qirkirin û sirgunî jî bû para Kurdan.

Destpêka sedsala bîstan, zilhêzên cîhanê, parvekirina cîhanê di nava xwe de dadwerane nedîtin û Tîrmeha 1914 ketin şerekî mezin. Aliyek Brîtanya, Fransa û Rûsya, li beramber jî Împaratoriya Almanya, Îtalya û imparatoriya Osmanî.

Qonaxeke girîng ya şer ew e ku, Fransa û Brîtanya bi erêkîrina Rûsya bi navê rêkeftina Sykes-Picot 16 Gulana 1916an bi awayekî nehênî axa împaratoriya Osmanî di nava xwe de parçe kirin. Bi rêkeftinê, Rûsya ji Erzirom heta Wan û Bîdlisê Bakurê Kurdistanê digre, Sûriye bo Fransayê, Îraq bo Brîtanya dimîne. Bi navê Kurdistanê tiştek nîne. Rûsya, sala 1917 ji ber şoreşa Cotmehê ji rêkeftinê vedikişe û xalên nehênî yên rêkeftinê jî eşkere dibin.

Împaratoriya Osmanî, piştî şerê dijwar yê çar salan û sê parzemînan, Cotmeha 1918 bi Peymana Mondrosê şikestina xwe qebûl dike. Fransa ji îskenderûn heta Diyarbekirê, Brîtanya ji Bexda heta Mûsilê kontrol dike. Lê damezrînerên komara Tirkiyê peymana Mondrosê bo xwe dikin Mîsakî Mîllî ku ji Heleb Heta Mûsil û Kerkûkê hemû Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê lixwe digre.

Bi dawîbûna şer û lawazbûna aliyan re, rola Amerîka derdikeve pêş. Bi navê pirensîbên Serokê Amerîkayê Wîlson nexşeyek tê belavkirin ku beşeke biçûk jî li xwe bigire, di nav de Kurdistan heye. Ev yek di pişt re di peymana Sevrê de dikeve nava xalên peymanê.

Lê damezrînerên nû yên Komara Tirkiyê û avekerên Meclîsa Mezin Sevrê qebûl nakin. Ji nakokiyên navbera Sovyet û Fransa û Brîtanya sûd werdigrin bi peymana Lozanê hin sînorên nû didin qebûlkirin.

Li gor peymana Lozanê, Kurdistan ku bi kirdarî parçe bûye bi fermî careke din tê parçekirin. Rewşa Başûrê Kurdistan di nava aliyan de nakok dimîne, lê sala 1926an bo Brîtanya yanî bo Îraqê tê hîştin. Ji kelaxê Osmaniyan 72 dewletên nû dirust dibin, lê neteweya herî mezin ji ber berjewendiyên zilhêzên cîhanê û parçebûna rêberên Kurd, bêdewlet dimîne. Serhildanên piştî vê jî dibin hinceta zêdetir qirkirin, êş û êşkenceyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 266 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:53:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x