Jiyana Mam Celal bû film

Jiyana Serokê Komara Îraqê yê berê û Sekreterê Giştî yê YNKyê Celal Talebanî ku wek Mam Celal jî tê nasîn bû film.

12.09.2023, Sal - 17:09

Jiyana Mam Celal bû film
Nuçe Belav bike

Filma ku jiyana yek ji pêşengên Kurd ê herî girîng Celal Talebanî vediguhêze dê di salvegera mirina wî de were nîşandan.

Karwan Resulê Kordînatorê Medyayê yê Weqfa Celal Talabanî, li serf filmê agahî dan Tora Medyayî ya Rûdawê:

“Filma ku jiyana Mam Celal vediguhêzê dê 3yê Çiriya Pêşîn piştî merasîma bîranînê ya li ser gora wî li Necefê bi merasîmeke fermî were pêşkêşkirin.”

Karwan Resûl got ku film ji zarokatiya Mam Celal heta bi mirina wî bûyerên girîng ên jiyana wî dike mijar.

Karwan Resûl herwiha destnîşan kir ku film bi taybetî “berxwedana Mama Celal” bi temaşevanan re parve dike.

Li aliyê din, film bi forma belgefilmê hatiye amadekirin.

Karwan got ku lîstikvanên film hemû Kurd in.

Celal Talebanî kî ye?

Celal Husamedîn Nurullah Talebanî sala 1933an li navçeya Koyeyê ya parêzgeya Hewlêrê ji dayîk dibe.

Sala 1959an li Zanîngeha Bexdayê Fakulteya Hiqûqê temam kiriye û di heman demê de karên xwe yên siyasî jî domandine.

Mam Celal, sala 1961ê dema destpêka Şoreşa Kurdistanê ku piştre wekî Şoreşa Îlonê hat binavkirin de bû xwediyê roleke sereke.

Di salên paşê de rojnameger û siyasetmedar û Pêşmerge bûye.

Mam Celal herwiha kesekî nêzîkî Mela Mistefa Barzanî bûye.

Di nîveka salên 60î ya sedsala borî de ew kesên ku bi Mam Celal re hevnêrîn bûn, di dîroka hevçerx a Kurdistanê de bi baskê Celalî tên naskirin.

Piştî rêkeftina 11ê Adara 1971ê Mam Celal ji bo nûnertiya Şoreşa Kurdistanê çû Beyrûtê

Sala 1975an bi çend hevalên xwe yên li bajarê Şamê re Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) damezrand û bû sekreterê giştî yê vê partiyê.

Bi dirêjiya salên dawiyê yên dehsalên 70 û 80yî yên sedsala borî di şoreşa Kurdistanê de bû xwediye roleke sereke.

Di nîveka yekem a salên 80yî de di çarçoveya danûstandina bi hikûmeta wê demê ya Îraqê re, hevdîtin bi serokkomarê wê demê yê Îraqê Sedam Hiseyn re kiriye lê belê bê encam mane.

Sala 1986an li gel Idrîs Barzanî, di damezrandina Eniya Kurdistanî de roleke wî ya sereke hebûye û li bajarê Tehranê bi vê mebestê rêkeftinek îmze kiriye.

Piştî Raperîna sala 1991ê ya Başûrê Kurdistanê, careke din di çarçoveya şanda Eniya Kurdistanî de çûye Bexdayê û bi Sedam Hiseyn re hevdîtin kiriye.

Wê carê jî danûstandinên Kurdan ên bi hikûmeta wê demê ya Îraqê re bê encam mane.

YNKyê bi dirêjahiya damezrandina xwe 3 caran kongreya xwe encam daye û Mam Celal di her sê kongreyan de jî wekî Sekreterê Giştî yê YNKyê hatiye hilbijartin.

Di yekemîn hilbijartina Herêma Kurdistanê de ku sala 1992yan hat kirin de ji bo rêbertiya Tevgera Rizgarîxwaziya Kurdistanê bû namzet.

Di nîveka duyem a salên 90î yên sedsala borî de li rêveberiya Silêmaniyê bû Serokê Herêma Kurdistanê.

Sala 1998an li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi nevbeynkariya Amerîkayê Rêkeftina Washingtonê îmze kir û bi wê rêkeftinê dawî li şerê birakujiyê hat ku 4 sal bûn di navbera YNK û PDKyê rû dida.

Sala 2003yan piştî rûxîna rejîma Sedam, Endamê Civata Desthilatdariya Îraqê bû û serdemekê jî bû serokê wê civatê.

Herwiha di dariştin û nivîsandina Destûra Îraqê de roleke sereke dît.

Roja 6ê Nîsana 2006an cara ewil di dîroka Îraqê de Kurdek bû serokkomarê Îraqê ku ew jî Mam Celal Talebanî bû.

Roja 22ê Nîsana 2006an careke din bû serokkomarê Îraqê.

Ji ber ku posta serokkomariya Îraqê li ser bingeha lihevkirina Kurdistanê bû, Mam Celal sala 2010an jî careke din bû Serokkomarê Îraqê.

Mam Celal, 18 Kanûna Pêşîn a 2012an li Bexdayê tûşî krîza mêjî bû.

Piştî ku 2 rojan li nexweşxaneyeke Bexdayê ma, ji bo tedawiyê çû Almanyayê.

Mam Celal, sala 2017an koça dawî kir.

Talebanî bi Hêro Îbrahîm Ehmedê re zewicîbû.

Du kurê wan ên bi navê Qubad û Bafil hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:16:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x