Îran rê nade pirtûkên Kurdî bi latînî bêne çapkirin

Şaxa Wezareta Îtilatê li parêzgeha Xorasan a Îranê rê nade ku pirtûkên Kurdî bi rênivîsa latînî bêne çapkirin.

30.05.2017, Sal - 06:02

Îran rê nade pirtûkên Kurdî bi latînî bêne çapkirin
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Xorasana Bakur, navenda çap û weşanê ya bi navê "Emo Elewî" ku pirtûk û berhemên kurdî çap dike hate girtin.

Herwiha nivîskarekê Kurd ê bi navê Ebas Îsmaîlî ji bo şaxa Wezareta Îtilatê ya wê parêzgehê hatiye bangkirin û rê nedane ku pirtûka wî ya bi zimanê kurdî bê çapkirin.

Berpirsên Îtilaata Îranê dane xuyakirin ku rênivîsa latînî nikare xizmetê bi hikûmeta Îranê bike ji ber wê rê nadin ku pirtûkên bi wî şêwazî bêne çapkirin.

Li parêzgehên Xorasan ên îranê û bi taybetî li Xorasana Bakur hejmarekê zêde ya Kurdan hene ku bi zaraveya Kurdiya "Kurmancî" daxivin û ji ber wê piraniya nivîsên wan bi alfabêya latîn e.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 2146 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:50:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x