Sibe diyardeyeke gerdûnî rûdide û li Kurdistanê jî dê were dîtin

Şarezayê Warê Keşnasî û Erdhejê yê li Herêma Kurdistanê Mihemed Kemal ragihand, sibe bi şev diyardeyeke nuwaze li asmanê temamê cîhanê û Kurdistanê dê were dîtin.

29.08.2023, Sal - 17:00

Sibe diyardeyeke gerdûnî rûdide û li Kurdistanê jî dê were dîtin
Nuçe Belav bike

Mihemed Kemal li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye: “Sibe Çarşemê 30ê Tebaxa 2023an di demjimêr 21:36 xulekên şevê de, diyardeyeke nuwaze li asmanê temamê cîhanê û Kurdistanê tê dîtin, ew jî diyardeya Heyva Şîn (Blue Moon) e, herwiha heyv gelek mezin û pir diyar derdiveke (Super Moon).”

Şarezayê Warê Keşnasî û Erdhejê dibêje: “Sibe bi şev li cem heyvê jî, gerstêrka Saturn dê derkeve, ev diyardeyeke gelek nuwaze ye û hemû cîhan li benda sibe çarşemê ne, da ku çêjê ji dîmena dîtina heyvê werbigrin, ji ber ku ev diyarde sê çar salan carekê derdikeve, hinek caran jî digihe 10 salan carekê.”

Herwiha destnîşan dike ku beşek ji çavkaniyan balê dikşînin ser wê yekê ku ev diyarde ji sala 2006an ve heta niha derneketiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 474 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:18:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x