50 koçberên Kurd li sînorê Yûnanistan û Tirkiyê asê mane

Nêzîkî 50 koçberên Kurd li sînorê navbera Yûnanistan û Tirkiyê asê mane û bi rêya Kurdistan24ê daxwaza alîkariyê dikin.

04.07.2023, Sal - 19:15

50 koçberên Kurd li sînorê Yûnanistan û Tirkiyê asê mane
Nuçe Belav bike

Koçberên Kurd ku beşek ji wan xelkê Başûrê Kurdistanê û beşeke wan jî xelkê Rojavayê Kurdistanê ne, heşt roj in li ser sînorê navbera Tirkiye û Yûnanistanê asê mane.

Beşek ji wan koçberan ji Kurdistan24ê re axivîn û dibêjin, di rewşeke gelek dijwar de ne û av û xwarin li cem wan nemane û 28 zarok û heta jinên ducanî jî li cem wan hene.

Koçberên li ser sînor dibêjin, wan bi rêya çend qaçaxçiyan ve xwestine berê xwe bidin Yûnanistanê, lê belê qaçaxçî ji cem wan çûne û bersiv nadin telefonên wan, niha jî hêzên deryayî yên Yûnanistanê nayên alîkariya wan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:13:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x