Ji destpêka îsal ve 61 kes li Herêma Kurdistanê di av û çeman de xeniqîne

Rêvebera Giştî yê Kordînasyona Qeyranê ya Wezareta Karên Navxweyî ragihand, ji destpêka îsal ve 61 kes di av û çemên Herêma Kurdistanê de xeniqîne.

09.08.2023, Çar - 10:55

Ji destpêka îsal ve 61 kes li Herêma Kurdistanê di av û çeman de xeniqîne
Nuçe Belav bike

Rêvebera Giştî yê Kordînasyona Qeyranan Serwa Resûl ji K24ê re ragihand, ji destpêka îsal û heta roja sêşemê 8ê Tebaxa 2023aan, 61 kes di av û çemên Herêma Kurdistanê de xeniqîne.

Li gorî Serwa Resûl, beşek ji wan kesên ku xeniqîne, xelkê Herêma Kurdistanê û yên din jî geştyar in.

Ev yek di demekê de ye, , Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistan roja 6ê Tebaxa 2023an ragihand, ji bo kêmkirina hejmara qurbaniyan û bûyerên xeniqînê, Rêveberiya Berevaniya Sivîl û Polîsan cihên geştiyariyê yên ku berê welatî û geştiyar lê xeniqîne û ji bo melevaniyê xeternak in, digirin.

Ji aliyekî din ve, Berdevkê Desteya Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulhemîd îro ji K24ê re ragihand, di 6 mehên destpêkê yên îsal de, zêdetirî 4 milyon geştyaran ji Herêma Kurdistanê, başûr û naverasta Iraqê û derveyî welat serdana cihên geştyarî yên Herêma Kurdistanê kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:32:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x