Karsazê kurd nîjadperestê amerîkî têk bir

Karsazê kurd ku li Amerîkayê xwediyê şirketa Chobani û hilberînerê mast e Hamdi Ulukaya doza ku li nîjadperestê amerîkî Alex Jones vekiribû qezenç kir.

20.05.2017, Cts - 14:19

Karsazê kurd nîjadperestê amerîkî têk bir
Nuçe Belav bike

Pêşkêşvanê radyoya tundrew û xwediyê malpera înternetê ya bi navê infowarsê Alex Jones bêbextî li karsazê kurd Hamdi Ulukaya û li misilmanan kiribû. Ulukaya li hemberî vê bêbextiya Jones bêdeng nema got ‘nahêlim ne heqaret li min û ne jî li misilmanan were kirin' û li ser navê şirketa Chobaniyê doz vekir. Jones mecbûr ma ku bi xwediyê Chobaniyê Ulukaya re li hev bike.

Alex Jones li malpera xwe ya înternetê bi navê infowars û hisabên medya civakî vîdyo parve kiribû û gotibû ‘penaberên misilman destdirêjiyê li zarokan dikin' bûyereke destdirêjî ku di sala 2016an de li eyaleta Idahoyê qewimî bû vergerandibû kampanyaya dijberî penaberan. Jones dîsa di meha nîsanê de vîdyoyek parve kir û vêcarê jî bêbextî li xwediyê şirketa Chobanî Hamdi Ulukaya kir. Qaşo Ulukaya firsenda kar ji penaberên misilmanan re çêdike, penaber, sûc û tuberkulozê tîne bajarên Amerîkaye.

Hamdi Ulukaya ji bo heqîqet derkeve holê li ser navê şirketa Chobani doz vekir û Jones mecbur ma ku bi Ulukaya re li hev bike. Jones hemû tweet û parvekirinên xwe yên ser medya civakî ku parve kiribûn paşve kişandin û lêborîn xwest.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:41:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x