Li Meletiyê dîwar hilweşiya

Li Meletiyê dîwar hilweşiya: Zarokek mir û yek jî birîndar bû

20.05.2022, Cum - 06:11

Li Meletiyê dîwar hilweşiya
Nuçe Belav bike

Li navçeya Battalgazi ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê dîwarê xaniyekî rûxiya û di encam de zarokekî 11 salî ku ji Sûriyê bû canê xwe ji dest da û zarokê 10 salî jî birîndar bû.

Li gor agahiyan, li Taxa Firat a ser bi navçeya Battalgazî dîwarê avahiyekê ku vala bû û nedihat bikaranîn hilweşiyaye û du zarokên koçberên Sûriyê di bin dîwar de mane.

Hat zanîn, di encama bûyerê de zarokê bi navê Mihemed Şêxo yê 11 salî canê xwe ji dest daye û zarokê bi heman navî yê 10 salî jî ku pismamê zarokê din e, birîndar bûye.

Zarokê birîndar bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin û dermankirina wî berdewam e.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkiri

RUDAW
Vî nûçeyê tevayî: 502 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:45:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x