Li Meletiyê şivanê ku bi qijnîkê temas kir, jiyana xwe ji dest da

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê şivanê 19 salê yê ku bi qijnîkê temas kiribû, jiyana xwe ji dest da.

23.05.2022, Pts - 12:10

Li Meletiyê şivanê ku bi qijnîkê temas kir, jiyana xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li navçeya Wêranşar a Meletiyê şivanê ku bi qijnîkê temas kiribû û bi gumana Taya Kirim Kongo ya Xwînjêçûnê rakiribûn nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.

Şivanê bi navê Eray T. ê 19 salê ku li gundê Kurucuovayê şivaniyê dikir, bi qijnîkê demas dike. Piştî demekê Eray T. nexweş ket û ji aliyê xizmên xwe ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê, piştî mudaxeleya ewil a li wir, bo Nexweşxaneya Zanîngeha Înonu ya Turgut Ozalê hat veguhestin.

Eray T. ê ku bi gumana Taya Kirim Kongo ya Xwînjêçûnê di beşa çavdêriya hûr de hat dermankirin lê tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin dê cenazeyê Eray T. li gundê Kurucuovayê yê navçeya Wêranşarê bi axê ve bê spartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 479 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x