PAK: Wefata Ezîz Mihemed qeybeke mezine ji bo gelê Kurdistanê

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya koça dawî ya sekreterê berî yê Partiya Komûnîst a Iraqê Ezîz Mihemed peyamekî sersaxiyê da û ragihand ku ew qeybeke mezine ji bo gelê Kurdistanê.

01.06.2017, Per - 08:38

PAK: Wefata Ezîz Mihemed qeybeke mezine ji bo gelê Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Siyasetmedar û sekreterê berî yê Partiya Komûnîst a Iraqê Ezîz Mihemed, duh 31-05-2017 li Hewlêrê di 93 saliya temenê xwe de koça dawî kir.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik ji ber koça dawî ya Ezîz Mihemed peyamekî sersaxiyê da û got: “Ezîz Mihemed welatperwer û têkoşerekî dilsoz yê doza azadiya Kurdistanê bû. Bi tecrube, zanîn û dûrbîniya xwe ve Ezîz Mihemed, rêbrekî hêja yê gelê Kurdistanê bû. Ew qeybeke mezin e ji bo doza azadîya Kurdistanê.”

Mustafa Ozçelik diyar kir jî ew sersaxîyê ji malbata rehmetî, ji Partîya Komunîst a Kurdistana Iraqê û ji gelê Kurdistanê re dixwaze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1754 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:26:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x