Parlementeriya Aydogana HDPyî ket

Parlamenteriya parlamentera bajarê Amedê ya HDPê Nursel Aydogan hat betalkirin. Ev biryar li Parlamentoya Tirkiyeyê hat xwendin.

09.05.2017, Sal - 14:39

Parlementeriya Aydogana HDPyî ket
Nuçe Belav bike

Piştî tezkereya derbarê biryara dadgehê ku hukmeke misoger dê lê neyê birîn, li Parlamentoya Trikiyeyê hat xwendin, parlamenteriya, parlamentera HDPê Nursel Aydogan hat betalkirin.

Aydogan di sala 2011an de bi îdiaya sûcên terorî, li ser navê rêxistinê sûc kiriye û beşdarî merasîma cenazeye bûye li Dadgeha Cezayê Giran a 2mîn a Amedê hatibû darizandin.

Herwiha dadgehê bi hinceta li ser navê rêxistinê sûc kiriye 4 sal û 8 meh cezayê girtinê li Aydogan birî. Ceza ji aliyê Şaxa Cezaya 3mîn a Dadgeha Herêmî ya Dîlokê ve hat erêkirin û teqez bû. Li ser vê yekê nivîsa derbarê betal kirina parlamenteriya Aydogan şand Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê.Wezaretê jî biryarê ragihand parlamentoyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:48:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x