Baydemîr: Em li pişta biryara serxwebûna Kurdistanê ne

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr li ser prosesa referandûma serxwebûnê ya Kurdistanê ku tê çaverêkirin heta meha îlonê wê pêk bê diyar kir ku biryara parlametoya başûrê Kurdistanê çibe ew ji wê biryarê re rêzdar in û ew wek biraderên wan piştgiriya wan dikin.

09.05.2017, Sal - 14:41

Baydemîr: Em li pişta biryara serxwebûna Kurdistanê ne
Nuçe Belav bike

Berdevkê HDPê Osman Bayemîr di kongreya çapemeniyê de ji bilî pirsên derbarê rojeva Tirkiyê de hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê jî rawestiya û diyar kir ku li Rojhilata Navîn cur be cur gel û bawerî dijîn. Digel gelê Kurd, Ereb, Fars, Tirk, Tirkmen û baweriyên wek Îsevî, Mûsevî, Muhammedî, Kakayî, Elewî û Êzîdî dijîn. Baydemîr ragihand ku azadî mafekî xwezahî ye li Rojhilata Navîn ji hemû bawerî û gelan. Ev daxwaz ne dijminatiya gelê Tirkan ne jî ya gele Faris an jî Ereban e.

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr got: "Daxwaziya mafê azadiyê ya gelê Kurd mafekî xwazayî ye. Li Rojhilata Navîn mafên gelê Ereb çi ye? Mefê gelê Kurd ew e. Mafê gelê Tirk çi ye? Mefê gelê Kurd jî ew e. Mafê gelên Fars û Acem çi ye? Mafê gelê Kurd ew e. Biryara parlamentoya başûrê Kurdistanê çibe em ji wê biryarê re rêzadar in. Baweriya hizbên Kurdistanî û daxwazaên wan çi be li ser xweserî an jî azadî em jê re hurmetdar in û em wekî biraderên wan piştgiriya wan dikin."

Baydemîr li ser pirsa "Ew tifaqa ku Demirtaş behsa wê dike AK Partî di navê de heye an na?" jî bersiveke neyînî neda û diyar kir ku ew heta dawiyê li pişta wê daxuyaniya Demritaş in û deriyê wan jî ji her kesî re vekiriye li ser bingeha, edalet, wekhevî û azadiyê.

Baydemîr got jî: "Hewla me ne ew e ku em em encamên referandûmê meşrû bikin. Lê careke din divê mirov berê xwe bide wan encaman gelek dersên mezin hene di navê de. Ji bo avakirina edalet, azadî û wejheviyê HDPê deriyê xwe li herkesî vekiriye. Li gomlekekî bifikirin, dema yek ji wan qufçeyan şaş bê girêdan wê hemû li dû hev şaş bên girêdan. Bila ev şaşitî berdewam neke werin em bi hev re hevpeymaneke civakî ya nû çêkin."

Ev demeke ku di nava kulîsan de tê îdiakirin wê proseseke nû ya ji bo çareseriya kêşeya Kurd bê destpêkirin. Baydemîr jî derbarê destpêkirina proseseke nû ya aştiyê de peyamên giring ragihandin. Baydemîr li ser pirsa "gelo di vê prosesa ku HDP amdekariya bangekeke nû dike de wê Ocalan jî hebe an na?" dîsa bersiveke neyî neda û diyar kir ku HDP hewla vekirina deriyekî nû dide. Ger guh li vî dengî bê dayîn di nêzîk de ew ê tev de şahidiya rûdanên pozîtîf ên siyasî bikin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1793 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:24:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x