Piştî ku hilbijartinên şarederiyên bajar û navçeyan li seranserî bajarên ku federalîzma Bakurê Sûriyê li xwe digire bi dawî bûn, şandên parlamentoyên Başûr û Bakurê Kurdistanê yên ku çavderiya hilbijartinan dikirin ragihandin, proseya hilbijartinan bi awayekî zelalmendî bi rê ve çûn.
Parlemanterên Bakurê Kurdistanê didin zanîn, ji ber cara yekem e ku hilbijartin bi vî rengî li Rojavayê Kurdistanê têne lidarxistin, hin kêmasî hebûn, lê hilbijartinên federalîzma Bakurê Sûriyê bi awayekî demokratîk û bi beşdariya hemû pêk hateyên deverê bi rê ve çûn.
Parlemanterê HDPê Berdan Oztûrk ji K24'ê re got: “Bi rastî dibe ku hinek kêmasî tê de habin, cara yekemî e ku hilbijartineke wiha li Rojava dibe. Heger ez mîna Tirkiyê bidim, mînakeke sed salan e, lê dîsa ji piştî hilbijartinan nîqaşên mezin çê dibin. Belkî kêmasî hebin û rexne bê kirin, lê tevlîbûn xurt bû û hemû lê hemû ol û netew hatin ser sindoqan û dengên xwe dan.”
Endamên şandeya parlemana Herêma Kurdistanê dibêjin, ew piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bi hemû awayan dikin. Herwiha didin zanin ku Parlemana Herêma Kurdistanê hewl dide ku pêwendî di navbera rêveberiya xweser û hikûmeta Herêma Kurdistanê de baştir bibe.
Endamê şanda Parlemana Herêma Kurdistanê Zana Ebdulrehman ji K24ê re got: “Me daxwaz ji hikûmetê kir, pêwendî di navbera Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser çê bibe û derfet çê bibe ku guftûgo di navbera hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bibe. Hêvî dikin di pêşerojê de şanda Rojavayê Kurdistanê bê parlemantoya Kurdistanê. Herwiha hin aliyên siyasî hilbijartin baykot kiribû, hewl bidin wan jî nêzîk bikin û parlemantoya Kurdistanê bibe navendek ji guftûgoyên nû re ji wan hêzên siyasî re.”
Ji heyama 3 rojan ve şandek ji parlamentoyên Başûr û Bakûrê Kurdistanê ji bo şopandina proseya hilbijartinên federaliya Bakurê Sûriyê serdana Rojavayê Kurdistanê kirin.
Şanda navbûri çavdêriya hilbijartinan di herêmên Kobanî û Cezîrê de kirin û di plana wê de ye ku hevdîtinan bi tevaya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistane re bikin.