Civîna parlamentoya Kurdistanê hat paşxistin!

Civîna parlamentoya Kurdistanê ya derbarê gotûbêj kirina proje yasaya çaksazî di mûçe û malnişînên herêma Kurdistanê de hat paşxistin.

16.04.2018, Pts - 09:08

Civîna parlamentoya Kurdistanê hat paşxistin!
Nuçe Belav bike

Biryar bû îro 16.04.2018ê parlamentoya Kurdistanê ji bo gotûbêj kirina wê proje yasayê bicive û nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê jî di civînê de amade biba.

Sekretera parlamentoya Kurdistanê Bêgerd Talabanî bi daxuyaniyek çapemeniyê ragehand, ji ber amade nebûna nûnerê hikûmetê, civîn bê ku roj û dem diyar bike hat paşxistin.

Parlamenterê PDKê Firset Sofî jî ji K24ê re ragehand, pêwîste di demeke herî zû de ew civîn pêkbê û di demek kurt de ew proje yasa bê pejirandin.

Li gor wê proje yasaya ku hikûmeta herêma Kurdistanê amade kiriye, mûçe û îmtiyazên malnişînên ne yasayî yên herêma Kurdistanê tê birîn û du mûçeyî li Kurdistanê namîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1199 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:27:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x