Dadgehê 9 sal û 4 meh ceza li Selçuk Mizraklî birî

9emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li hevserokê berê yê Şaredariya Amedê Selçuk Mizrakli birî.

30.11.2023, Per - 06:47

Dadgehê 9 sal û 4 meh ceza li Selçuk Mizraklî birî
Nuçe Belav bike

Selçuk Mizrakli 19ê Tebaxa 2019an ji kar hatibû dûrxistin li şûna wî qeyûm hatibû danîn.

Mizraklî piştî ji kar hat dûrxistin, roja 22ê Çiriya Pêşînê ya 2019an hatibû girtin.

9emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê 9ê Adara 2020an, 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli birî.

Parêzerên Mizrakli li dijî biryarê îtiraz kiribû û wan serî li Dadgeha Bilind a Tirkiyê dabû.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê 7ê Kanûna Pêşîn a 2022an biryara Dadgeha Amedê hilweşand û dosyeya wî careke din li Dadgeha Amedê vegerand.

Doza Selçuk Mizrakli îro li 9emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bi rê ve çû.

Selçuk Mizrakli ji Girtîgeha Edirneyê bi rêya SEGBÎSê beşdarî rûniştinê bû.

Mizrakli tohmetên dadgehê yên “endamtiya rêxistina terorê” red kir û daxwaza berdana xwe kir.

Dozgerê dozê careke din daxwaza cezakirina Mizraklî kir.

9emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê wekî pêştir careke din 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli birî û biryar da girtî bimîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 366 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:21:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x