Zaxo û Mooreheadê 'Peymana Dostaniyê' îmze kir

Di navbera Zaxo û bajarê Moorheadê ya eyaleta Minnesotayê ya Amerîkayê de peymaneke dîrokî ya dostaniyê hat îmzekirin.

03.07.2025, Per - 10:43

Zaxo û Mooreheadê 'Peymana Dostaniyê' îmze kir
Nuçe Belav bike

Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û bajarê Moorheadê yê eyaleta Minnesotayê ya Amerîkayê bi îmzekirina peymana dostaniyê rûpeleke nû di pêwendiyên xwe de vekir.

Peymana dostaniyê bi armanca xurtkirina pêwendiyên di warên çand, perwerde û aboriyê de ye.

Rayedarên navçeya Zaxoyê ya parêzgeha Dihokê û bajarê Moorheadê yê eyaleta Minnesotayê ya Amerîkayê îro peymaneke dîrokî ya dostaniyê îmze kir.

Merasîm li Navenda Derçûyan a Christiansenê ya Zanîngeha Eyaletê ya Minnesotayê ya li Moreheadê hat lidarxistin.

Di merasîmê de Serokê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo û Şaredarê Moreheadê Shelly Carlson axivîn û wan bal kişandin ser girîngiya peymanê.

Guhdar Şêxo: Ev peyman, delîla girêdana xurt a di navbera gelên me de ye

Serokê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo di axaftina xwe de got:

“Ez pir kêfxweş im ku di vê çalakiya taybet de bi we re me.

Ev peyman, delîla girêdana xurt a di navbera gelên me de ye û nîşandana nirxên hevpar û hevkariya berdewam a di warên çand, bazirganî û siyasetê de ye di navbera Amerîka û Kurdan de.”

Şêxo spasiya piştgiriya Amerîkayê kir û anî ziman:

“Vê piştgiriyê, roleke girîng di bipêşketina ku me li Herêma Kurdistanê bi dest xistiye de lîst.”

Şêxo bal kişand ser rola Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî da zanîn:

“Bi vîzyona Serokwezîr Barzanî ya ji bo paşerojeke geş a gelê me, herêma me bipêşketineke girîng bi dest xist.

Amerîka di vê rêwîtiyê de bi berdewamî hevparê me yê sereke ye.”

Şêxo bal kişand ser çanda bi hev re jiyana aştiyane ya li Herêma Kurdistanê û got:

“Herêma me, cihê ku Misilman, Xirîstiyan, Êzidî û pêkhateyên din ên cuda bi hev re di nava aştiyane û rêzgirtina hev de dijîn e.

Ev yekîtî, parçeyeke bingehîn a nasnameya me ye û em pir serbilind in bi vê yekê.”

Guhdar Şêxo her wiha anî ziman:

“Bi vê peymana di navbera Zaxo û Mooreheadê de em gaveke din davêjin.

Ev hevkarî, ronahiyê dide ser guherîna çandî, hevkariya perwerdeyê, bipêşketina aborî, bipêşketina civakî û geştyariyê.”

Shelly Carlson: Kurdan bajarê me zindîtir kir

Şaredarê Moreheadê Shelly Carlson bi germî heyeta Zaxoyê pêşwazî kir û diyar kir ku ev peyman, nîşana cihêrengî û dewlemendiya çandî ya bajarê wan e.

Şaredarê Moreheadê Shelly Carlson got:

“Zêdetirî ji sedî 8ê nifûsa me Kurd in û ev hejmar zêde dibe.

Hûn cîranên me, hevkarên me û xwediyên karên me ne.

Hebûna we bajarê me zindîtir, vekirîtir û tijî jiyan kir.”

Di çarçoveya merasîmê de, peymaneke nû ya di navbera Zanîngeha Eyaletê ya Minnesotayê ya Moreheadê û Zanîngeha Zaxoyê de hat ragihandin ku guhertina xwendekar û akademîsyenan dihewîne.

Tê payîn ku ev peymana ku wekî “pireke perwerdeyê ya xwedî girîngiyeke cîhanî” tê binavkirin, pêwendiyên akademîk ên di navbera her du aliyan de bi pêş bixe.(Rudaw)

 

Vî nûçeyê tevayî: 89 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:25:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x