Demirtaş ceza jî bistîne dê bibe namzed

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku namzediya wî ya serokomariyê eseh bû îro derdikeve pêşberî dadger. Li gor berpirsên partiyê cezaxwarina Demirtaş ne asteng e ji bo namzediyê.

30.04.2018, Pts - 08:08

Demirtaş ceza jî bistîne dê bibe namzed
Nuçe Belav bike

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku namzediya wî ya serokomariyê eseh bû îro derdikeve pêşberî dadger. Li gor hinek berpirsên HDPê cezaxwarina Demirtaş ne asteng e ji bo namzediya 24ê Hezîranê û dê hinek parlamenterên girtî jî dîsa wek namzedê parlamenteriyê werin nîşandan.

Li gor biryara Lijneya Bilinda Hilbijartin a Tirkiyeyê divê namzedên serokomariyê bi awayekî fermî di nava 4-9ê Gulanê de werin diyarkirin. HDPê piştî 1ê Gulanê wê namzediya Demirtaş eşkere bike û 4ê Gulanê jî serdana fermî bike.

Eger îro di danişîna doza Demirtaş de dozger mutelayê eşkere bike dibe di danişîneke din jî biryarê bide. Li gor berpirsên partiyê eger ceza jî were birîn wê Demirtaş wek namzed were nîşandan. Parlamenterên girtî yên wek Îdrîs Baluken, Abdullah Zeydan, Burcu Çelik Ozkan û Çaglar Demirel dibe dîsa ji bo parlamenteriyê bibin namzed.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 954 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:14:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x