Demirtaş: Divîbû ku em li dijî xendekan sekinîbana!

Hevserokê HDPê yê berê û Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş pirsên Fox Tvya Tirkiyê bersivandin û got ku divê em li dijî xendekan bicesaret sekinîbana.

31.05.2018, Per - 05:56

Demirtaş: Divîbû ku em li dijî xendekan sekinîbana!
Nuçe Belav bike

Ji ber ku ji bo Fox Tvyê pêwendiya bi telefonê ya Demirtaş nehate qebûlkirin, Demirtaş pirsên TVyê bi nivîskî bersivandin.

Demirtaş di derbarê pêvajoya xendekan de daxuyaniyên girîng dan û got: Ji bo ku xendek werin girtin divê me zêde israr kiribana, divê em hinekî dî jî bi cesaret bana. Di vê mijarê de me piştgiriya raya giştî jî baş bi dest nexist. Belkî jî hêza me têrê nekir.

Di derbarê PKKê de jî Demirtaş got ku heke pêwendiya me bi PKKê re hebana, min ê bi eşkeryî gotibana. Ez di vê mijarê de ji tiştekî natirsim. Em ji berê de li dijî çek û sîlehan e, em rêya demokratîk tercîh dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 3419 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:49:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x