Serdozgeriya Amedê bo nêz3ikî 30 siyasetmedarên kurd re lêpirsîn da destpêkirin. Siyasetmedarên kurd ku di derbarê wan de lêpirsîn da despêkirin, di 13-18ê Gulanê de îfade dan TEMa Diyarbekir.
Di derbarê wan kêsên ku di nav wan de Serokê Giştî tê PAK Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek, Serokê Giştî yê PDKê Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê ÖSPê Sinan Çiftyürek, Berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşîtî, Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-Tê Şerefxan Cizîrî, Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Sait Aydoğmuş, Cîgirên Serokê Giştî yên PSKê Bayram Bozyel, Hasan Dağtekin Endamê Konseya Rêveberiya Navendî ya PAKê Vahit Aba, Mustafa Kalhan, Hanifi Turan, Endamên Meclîsa Partiya PAKê Salih Kaplan û Süleyman Alış û herwiha siyasetmedar û rewşenbîrên kurd Fuad Önen, Yaşar Abdülselamoğlu, M.Celal Baykara, Eşref Çakan, Ali Kızılay, Sıtkı Zilan jî tê de ji nêzîkî 30 siyasetmedar û rewşenbîrên kurd re ji aliyê Serdozgeriya Diyarekirê ve lêpirsînek da destpêkirin.
Hate ragihandin ku bo siyasetmedar û rewşenbîrên ku li Şaxa Diyarbekirê ya Têkoşîna li dijî Terorê (TEM)ê îfade dane bi hinceta organîzekirin, beşdarbûn û axaftina di Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Başûrê Kurdistanê de, her wiha daxuyaniyên li ser Efrînê û parvekirinên li ser medyaya civakî ev lêpirsîn dane destpêkirin.
Li ser van lêpirsînan ku ji aliyê Serdozgeriya Diyarbekirê ve bi tohmeta 'Li ser navê rêxistina terorî PKK/KCKê lidarxistina çalakiyan' dane destpêkirin di rojên pêşiya me de wê diyar bibe vê dozan vekin an na