Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê Mesrûr Barzanî li navçeya Zaxo a Dihokê di bangeşeya hilbijartinê de axaftinek pêşkêş kir. Mesrûr Barzanî diyar kir ku ewên diçin Bexdayê divê ew kes bin ku mafên Kurdan biparêzin û nûnertiyeke rasteqînî pêk bin.”
Mesrûr Barzanî di destpêka axaftina xwe de got, “Dema ku ez hatim vê derê ez bi birêz Serok re axivîm û got ji wan re bêje, ‘ew hemû canê min in’.”
Mesrûr Barzanî di dewama axaftina xwe got, “Divê ew kesên diçin Bexdayê mafên we biparêzin û divê nûnertiyeke rasteqînî pêk bînin. Di dîrokê de ji bo diyarkirina çarenûsa miletê me şoreşên cuda çêbûne. Ev ne ji bo berjewendiyên şexsî pêk hatine. Em li hember xwîn û têkoşîna şehîdan, Pêşmergeyan wefadar in. Berî demekê me referandûmek pêkanî ji bo ku em ji cîhanê re ragihînin ka miletême çi dixwaze. Referandûm bi ser ket. Gelek hewldan çêbûn ku referandûm bi ser nekeve. Lê bi ser neketin û astengên cuda derxistin.”
“Hindî ku PDK hebe ruhê Kurdistanê dê her hebe”
Mesrûr Barzanî li ser bûyerên 16ê Cotmehê jî got, “Îxaneta 16ê Cotmehê nayê jibîrkirin. Gelek alî hewl didin ku miletê me negihije mafên xwe. Ji ber wê yekê ev hilbijartin girîng e. Li ku derê jî bin em ê li mafên xwe yên netewî xwedî derkevin. Dijberên PDKê çi jî bjin, bi izna Xwedê em ê bigihijin mafên xwe û em ê ser bikevin. Hindî ku PDK hebe ruhê Kurdistanê jî dê her hebe. Ti deman em ji berpirsyariyê nerevîn. Di demên baş û xerab de em li meydanê bûn. Eger PDK nebûya îro ew kesên ku bi Kurdî zimandirêjiyê li dijî me dikin, wê ji dagirkeran re stranên bi Erebî bigotana. Em weke PDK li gel wê yekê ne ku çarenûsa xwe diyar bikin.
“Pêşmerge parêzvanê Kurdistanê ye”
Barzanî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Pêşmerge parêzvanê Kurdistanê ye û wiha pê de çû: “Pêşmerge tirsa xwefiroşan e. 12ê mehê herin ser sindoqan û bersivê biidn ew kesên heqaretê li Pêşmerge û li rûmeta vî miletî dikin. 25ê vê mehê 56 salên pêşmergayetiya birêz Serok tijî dibin. Ew ev 56 sal in mafên miletê me diparêze û di çeperan de têkoşîna xwe berdewam dike. Bila ew jî tenê 56 rojan biçin bereyî. Deng bidin ew ên ku di rêya Barzanî de diçin.”
PDK'nin kazanımlarının Kürdistan için olduğunun ortaya çıktığını vurgulayan Barzani şu ifadeleri kullandı:
Mesrûr Barzanî di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir derketiye holê ku berjewendiyên PDKê, berjewendiyên Kurdistanê ne û got, “Ew ên din ne hêjayî dengên we ne û mafê wan nîn e deng ji we bixwazin. Di dema hilbijartinan de tên lêbelê di dema êrişên dijmin de di rojên teng de me ew nedîtin. Li ku derê bûn? Derket holê ku berjewendiyên PDKê berjewendiyên Kurdistanê ne. Ew ên li dijî îxanetê sekinîn birayên me ne. Di vê heyama borî de me dît ku eger PDK nebe Kurdistan bêxwedî ye. Bi izna Xwedê û we em ê sînorekî ji kesên ku li çarenûsa me bazirganiyê dikin dênin. PDK li ser desthilatê be Kurdistan dê hebe. Iraq di çi waran de ne ji Kurdistanê pêşketîtir e. Bila ti kes me nexapîne. Em nahêlin Kurdistan bibe qurbana hinekan. Kurdistanê welatê me ye dayîka me ye. Em xwîna xwe jî birijînin em dev jê bernadin.”