Namzedê HDPê yê serokomariyê Demirtaş e an?

Hat ragihandin ku di kulîsên HDPê de ji bo namzedê 2019an ê serokomariyê navê Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş derbas dibe.

13.04.2018, Cum - 06:16

Namzedê HDPê yê serokomariyê Demirtaş e an?
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya Mahmut Ilicaliyê rojnameya Cumhuriyetê, HDPê hefteya borî di civîna Meclisa Partiyê û civîna Lijneya Rêvebir a Navendî de stratejiya xwe ya hilbijartina serokomariyê nirxand. Li gor nêrÎna zêde ya partiyê divê kêlîk berî kêliyekê namzede HDPê yê serokomariyê ji raya giştî re were îlankirin.

Li gor kulîsan, divê HDP hemleyekê bike û ji bo hêviyekê bidin civaka ku di bin Rewşa Awarte de dinale tekane rê îlankirina namzediya Selahattin Demirtaş e. Her çi qas Demirtaş di girtîgehê de be jî di civakê de bersivekê wî heye û dibe rêjeya dengê HDPê bighîne asta 7ê Hezîranê.

Di nava partiyê de, şîroveyên ku dibe 16ê Nîsanê di rûniştina Dadgeha Cezaya Giran a 26emîn de bo Demirtaş ceza were birîn û namzediya wî bê astengkirin jî tên kirin. Herwiha li gor hinek partiyiyan jî eger Demirtaş namzed were nîşandan dibe ji ber berteka gel ceza lê neyê birin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 899 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:05:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x